Nobeda li Şehîdgeha Ronahî dewam dike

Li navçeya Wan Şaxê, nobeda mertalên zindî ya li hemberî êrîşên li dijî Şehîdgeha Ronahî dewam dike. Gel dibêje; çi dibe bila bibe ew ê şehîdgeha xwe heta dawiyê biparêze.

Li dû êrîşên bombeyî yên li hemberî şehîdgehên li Gimgim û Bedlîsê, Şehîdgeha Ronahî ya li navçeya Wan Şaxê jî bi rîska êrîşê re rû bi rû ye. Beriya du hefteyan, balafirên artêşa Tirk bombe li nuqteyên nêzî şehîdgehê barandin. Li Şehîdgeha Ronahî ku beriya du salan ji aliyê malbatan û gel ve hat çêkirin, evd u meh in nobeda çalakiyên mertalên zindî tê girtin. Her roj bi dehan mirov tên ziyareta vê derê. Girseya gel a nobedê digire, nerazîbûn nîşanî bomberdûmana goristanan a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê kirin, da.

'ŞEHÎDÊN ME SEDEMA HEBÛNA ME NE'

Recep Ceylanci yê li şehîdgehê nobedê digire diyar kir, ku haya wan jê heye bê hikûmeta AKP'ê dixwaze çi bike. Ceylanci ragihand ku hikûmeta AKP'ê ya nekarî xwe li destketiyên li Rojava hatine bidestxistin û serketina HDP'ê a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rabigire, vê carê li hemberî Kurdan şerekî topyekûn daye destpêkirin û got, "Niha jî êrîşî miriyên me dikin. Ev bêtehemûliyeke çawa ye, fêm nakim. DAIŞ bi xwe êrîşî goristanê nake, lê AKP goristanan bomberdûman dike. Ya ku AKP dike ne îslamî, ne însanî, ne jî wijdanî ye. Em li hemberî vê yekê bi rojane nobedê digirin û em ê her bigirin. Şehîdên me sedema me ya hebûnê ne."

'XWEDÎDERKETINA LI GORISTANAN HELWESTA HERÎ ÎNSANÎ YE'

Huseyîn Erol jî bi rojane li Şehîdgeha Ronahî nobedê digire. Erol diyar kir ku bi bombekirina goristanan re careke din derketiye holê ku hikûmeta AKP'ê ti hiqûqa şer nas nake û bang li gelê Kurd kir ku di mijara şehîdgehan de nêzîkatiyeke hesas nîşan bide. Erol da zanîn ku xwedîderketina li goristanan helwesta herî însanî ye û bang li hikûmetê kir ku dawî li êrîşên xwe yên bi vî rengî bîne.

'EM Ê HETA DAWIYÊ NOBEDÊ BIGIRIN'

Yek ji nobedarên li ber Şehîdgeha Ronahî Abdulkadîr Ozatan e. Ozatan êrîşên li hemberî Şehîdgehan ên li Gimgim û Bedlîsê şermezar kir û destnîşan kir ku şehîdgeh rûmeta gelê Kurd e. Ozatan diyar kir ku heta dawiyê ew ê nobedê bigirin.

...