Helbestvan, çîroknivîs û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Arjen Arî ku beriya demekê bi nexweşiya pençeşerê ketibû, li Amedê çû ser dilovaniya xwe.
Helbestvan Arjen Arî ku heya niha berhemên wekî Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê li dû xwe hiştine, nêzî deh rojan e ji ber sedema nexweşiya pençeşêrê li Amedê çû ser dilovaniya xwe.