Niştecihên Til Temir 3 komun ava kirin

Niştecihên Taxa Selahedîn a bajarê Til Temir 3 komun ava kirin. Ji bo rêveberiya komunan 9 kes hatin hilbijartin.

Niştecihên Taxa Selahedîn a bajarê Til Temir 3 komun ava kirin. Ji bo rêveberiya komunan 9 kes hatin hilbijartin.

Piştî herêma bajarê Til Temir ji çeteyan hat rizgarkirin, welatiyên bajarê Til Temir û gundên wê vegeriyan malên xwe. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  8‘ê Hezîranê civînek ji Meclîsa Gel a Til Temir re li dar xist. Di civînê de biryarên nû hatin girtin ku careke din pergala rêxistina hemû komun û meclîsan bi rê ve bibin.

Di heman çarçoveyê de TEV-DEM ‘ê li Taxa Selahedîn civînek li dar xist û sê komunên taxê ava kir.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokê Meclîsa Gel a Til Temir Mihemed Seyîd Şêxmûs axivî û  bal kişand ser serketinên hêzên YPG/YPJ‘ê yên li kantonên Cizîrê û Kobanê û got ku ev serketin wê rewşa herêmê ber bi erênî ve bibe.

Şêxmûs di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî rizgarkirina gundên herêma Til Temir ji çeteyên DAIŞ‘ê pêwîste hemû meclîs û komun careke din ji nû ve bêne avakirin û ev tişt anî ziman: ”Divê her kes ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad bixebite."

Piştre deriyê namzetiyê hate vekirin, di encamê de 3 komun hatin avakirin. Ji bo rêveberina komunan 9 kes hatin hilbijartin, ji van 5 kes jin in.