Nisêbînî ber bi sînor ve meşiyan

Nisêbînî ber bi sînor ve meşiyan

Li navçeya Nisêbînê bi sedan welatî hatin çem hev û bi armanca piştgiriyê bidin kurdên Rojava ber bi sînor ve meşiyan.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi sedan welatî piştî nimêja înê ya sivîl ji bo balê bikşînin ser bûyerên li Sûriyeyê ji Nisêbînê ber bi sînorê Sûriyeyê ve meşiyan. Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, DOKH û gelek welatî tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankrata "Îna azadiya Serok Abdullah Ocalan" hate vekirin û dowîzên "Berxwedana Serakanîyê berxwedana me ye" û "Em dê çeteyên AKP'ê qir bikin" hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Bijî berxwedana PYD'ê", "Bijî serok Apo", "Ji Rojavayê Kurdistanê re silav", "Ocalan" û "Rojava ne bi tene ye" hatin qêrîn.