Nisêbîn li hember êrîşan li ser piyan e
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku qedexeya derketina kolanan didome, li hember êrîşên polîs û tîmên taybet gel bi çalakiya dengderxistinê li ber xwe dide.

Li hemberî êrîşên polîsan ên li dijî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîr ku ev 3 roj in qedexeya derketina kolanan didome, gel li ber xwe dide.
Welatî ji 7 salî heta 70 salî derketin kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk tînin. Li navçeyê ku dirûşmên "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bijî Serok Apo" bilind dibin, jin bi tilîliyan êrîşên polîsan protesto dikin.
Li gel vê li taxên ku qedexe didomin polîsên trafo û pano gulebaran kirin, elektrîk qut kirin.