Nisêbîn berxwedan e

Li Nisêbînê, 'qedexeya derketina derve' di roja 10. de ye. Hêzên dewleta Tirk di nava şevê de bi dijwarî êrîşî taxên Newroz, Firat, Abdulkadîraşa û Yenîşehîrê kirin. Gelê Nisêbînê jî li ber xwe da.

Li Nisêbînê, 'qedexeya derketina derve' di roja 10. de ye. Taxên Newroz, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê yên 'qedexeya derketina derve' lê bê navber dewam dike, duh tevahiya şevê êrîşên dijwar rû dan. Şêniyên taxan jî bi xweparastinê bersiv dan êrîşên hêzên çekdar ên Tirk. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber van êrîşan sivîlek birîndar bûye.

Li Nisêbînê, ku 'qedexeya derketina derve' di roja 9. de ji bo demeke kurt hat rakirin, di êvara heman rojê de careke din hat îlankirin. Di roja 10. a qedexeyê de, êrîş bi giranî li taxa Newrozê rû didin. Hêzên çekdar ên dewletê li kolanên Şîrîn, Çax Çax, derdora Nexweşxaneya Kevin û Pira Şehîdan êrîş dikin. Gel jî bi berxwedanê bersivê dide van êrîşan.

Di êrîşa polîsên Tirk ên heta ber destê sibehê dewam kirin de, li gorî agahiyên heta niha hatine bidestxistin sivîlek ji milê xwe birîndar bûye. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşê nehatin bidestxistin.

Ji bo êrîşeke berfireh li hemberî taxên Newroz, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşayê were kirin, maşînên zirxî û hêzên leşkerî li aliyê Navenda Çandê ya Mîtanî ya Kolana Çax Çaxê tên bicihkirin.

Li navçeyê elektrîk ji nû ve hatin qutkirin. Di xetên telefon û înternetê de jî pirsgirêk hene.