BI DÎMEN

Nexweşxaneya DAIŞ'ê bi dest ket: Kelûpel ji TC hatine

Li eniya rojava ya Minbicê, nexweşxaneyek DAIŞ'ê û mala serçeteyekî ketin destê şervanan. Kelûmelên li nexweşxaneyê hatin dîtin, desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan careke din raxist pêş çavan. Patenta piraniya van kelûpelan, TC ye.

Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla a ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê, di roja 24. de ye. Di çarçoveya operasyonê de gelek nuqteyên asayîşê yên çeteyan û herêmên girîng hatin bidestxistin. Li eniya rojava, li gundê Şêbadbaş ê berî du rojan hat rizgarkirin, nexweşxaneyek ji sê qatan ket destê şervanan. Li vê nexweşxaneya ji sê qatan a li pêşiya gund, gelek derman jî bi dest ketin. Piraniya koliyên dermanan ên li nexweşxaneyê hatin dîtin bi patenta Tirkiyeyê ne, ku yên Şîrketa Çetîn Îlaç Sanayî ve Anonîm û Deva Holdîng in. Hevkariya DAIŞ-Tirkiyeyê ku her gavê tê bilêvkirin, careke din piştrast bû.

SERÇETEYÊ DAIŞ'Ê HAT GIRTIN

Di heman demê de mala serçeteyekî DAIŞ'ê yê Lubnanî ku bi navê Emîr îsa tê naskirin, ket destê şervanan. Li mala vî serçeteyî gelek kelûmelên leşkerî, cîhaz û termal hatin dîtin. Her wiha gelek cebilxane jî bi dest ketin.

Şervanê azadiya Minbicê Saleh Mûhammed ê di operasyonê de cih digire, ji bo vî serçeteyê hat girtin got, "Weke ku tê zanîn, ji bo yek bibe emîr divê serê 7 sivîlan jê bike." Mûhammed da xuyakirin ku ev serçete (emîr) ji Lubnanê ye û di dema operasyonê de li gund asê maye.

...