'Newroza îsal ji bo me Newroza azadiyê ye'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, endama Qada Bîrdoziyê ya PAJK'ê Evîn Zîlan, endama Kordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî û çalakvana siyasî Necîbe Omer Newroz û bandora wê ya li çar aliyên Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin.

Newroz ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn rojeke gelekî bi wate ye. Newroz bi pêşengiya gelê Kurd re bû berxwedan, serhildan û jiyana bi hev re. Lewma Newroz di heman demê de tê wateya rojeke nû. Newroz li dijî dagirkeriyê serhildan e. Zordestiya li ser gelê Kurd heta roja îro dewam dike, têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî mezintir bûye.

Di vê derbarê de çalakvana siyasî Necîbe Omer li ser Başûrê Kurdistanê, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok li ser Bakurê Kurdistanê, endama Qada Bîrdoziyê ya PAJK'ê Evîn Zîlan li ser Rojhilatê Kurdistanê û endama Kordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî jî li ser Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn.

Qisekeran di destpêka axaftina xwe de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya mirovahiyê pîroz kirin.

'NEWROZ ROJA BERXWEDAN Û AZADIYÊ YE'

Xebat Andok bi vî rengî dest bi axaftina xwe kir: "Pîrozkirina Newrozê ne wisa rehet bû. Ji bo pîrozkirina Newrozê, divê mirov xwe gihandibe astekê. Mînak; kole, bê welat , mirovê nikarin temsîliyeta ruhê azadiyê bikin nikarin pîroz bikin. Ji ber her kes dizane ku Newroz cejna berxwedan û azadiyê ye. Mirovan li hember zilm û zordariyê serî hilda pêşengîtiya wê dibe ku wê demê gelê Kurd kir Lê belê di bin wê pêşengîtiyê de gelê cûr be cûr hemû civiyan û li hember împaratoriyeta Asûran li ber xwe dan, bi ser ketin û xwe gihandin azadî û xweseriyê. Li ser vê esasê ev roj weke roja vejînê tê pîrozkirin. Lewma Newroz roja azadî û berxwedêran e. Eger em li roja me ya îro temaşe bikin mirovê ku banga azadiyê nakin Newrozê jî pîroz nakin".

Andok da xuyakirin, ku dema rewşa heyî ya Rojhilata Navîn bê nirxandin, wê were dîtin, ku Newroz herî zêde weke cejneke gelê Kurd dixuye û got, "Ji ber ku herî zêde gelê Kurd hatiye çewisandin û hatiye dagirkirin û pirsgirêka wê ya azadiyê heye. Lê ji her kesî zêdetir daxwaza wê ya azadiyê heye. Gelê Kurd li ber xwe dide, têdikoşe û her sala Newrozê weke sala azadiyê pîroz dike. Ji ber wê jî dijmin êrîşên xwe xurtir dike, li vir roleke pir mezin dikeve li ser Kurdên me yên Bakurê Kurdistan. Ji ber ku gelek cihên li Bakur nizanîbûn ku Newroz çi ye. Li dervehî hinek herêmên weke Botanê, zêdetir ji cejnekê weke hatina buharê dihat destgirtin, ji ber bêdîrok hatibûn hiştin û daxwaza wan a jiyaneke nû nemabû. Bi tevgera azadiyê re ev hemû hatin şikandin û ew koletiya li ser gelê Kurd dihat ferzkirin hat rakirin. Dibe ku îro xwe tam negihandibin azadiyê lê daxwaza wan a azadiyê ji hemû deman xurtire".

'EW FERMANA KOK QELANDINÊ HATIBÛ BIRÎN, NIHA JI HOLÊ TÊ RAKIRIN'

Andok axaftina xwe wiha dewam kir: "Bekin û berxwedana xwe bi ser dikevin. Em dikarin bêjin bi tevgera azadiyê re Newroz hate pîrozkirin. Dema mirov li dîroka gelê Kurd binêrin; ya herî bala mirovan dikişîne êşa gelê Kurd kişandiye. Dewlet ji bo ev roj neyê pîroz kirin her tişt kir û hemû komkujî dane ber çavên xwe. Bi taybet tevgera azadiyê di salên 90'î de gelerî bû û belavî nava civakê bû. Di destpêkê de li herêma Botan, Cizîr, Nisêbîn, Amed, Şirnex di salên 90'î heta 92'an tam ruhê berxwedanê derket pêş û berxwedan li her derê Bakûrê Kurdistan belav bû. Xwesteka xwebûyînê derket holê."

Andok ji bo tevgera azadiyê ya piştî sala 92'an ev nirxandin kir: "Tevgera azadiyê ne tenê hêzeke leşkerî bû hêzeke civakî û li ser wan esasan bi awayekî sîstematîk heya roja me ya îro berdewam dike. Rûxmî hemî zordarî û qetliyamê çêbûyî. Lê ji ber ku gelê Kurd dev ji azadiya xwe berneda, dev ji Newroza xwe jî berneda û xwe li hember zordariyê serî netewand. Em di roja me ya îro de dibînin ku Kurd bûn bi mîlyonan û hatine wê baweriyê ku pirsgirêka Kurd wê were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî em îro dibînin desthilatdar êrîşên xwe xurtir dike.

'EV NEWROZ WÊ NEWROZA RAPERÎN Û SERHILDANÊ BE'

Li vir ji her demê bêhtir têkoşîn pêwîste û li gorî asta ku em gihştinê şer bikin. Ji ber îro em dizanin ku em hene lê em azadiya xwe dixwazin. Newroza îsal jî ruhê wê cuda be, ji ber Kurd haya xwe ji asta xwe heye. Ev Newroz wê Newroza raperîn û serhildanê be. Îro di şexsê Mehmet Tûnç, Partîzan Nayiran de ku ew jî bûne Kawayên Hemdemî, em dikarin bêjin Newroza îsal lutke ye, ji ber pêvajo vê dixweze û gelê me yê Bakurê Kurdistan pêwîste xwe ji bo wê amade bikin."

Andok di dawiya axaftina xwe de têkildarî bûyer û qewimînên dawî yên li Bakurê Kurdistanê wiha axivî: "Du rê li pêşiya Kurdan hene; yan wê serê xwe li hember desthilatdariyê bitewînin û koletiya xwe berdewam bikin, yan jî ji her demê zêdetir wê berxwedana xwe xurtir bikin li hember desthilatdariyê. Ji ber artêşa Tirk artêşa NATO ya duyemîn e û hêzên navnetewî destek didinê bi awayekî yekser an jî neyekser. Li vir eger gelê Kurd bixwazibe hebûna xwe berdewam bike weke Kurdek bi nasname pêwiste hemû gelê Kurd bibe yek beden. Li ser vê esasê Newroza îro di çarçoveya bi dest xistina derfetên azadiyê de ji hemû Newrozan zêdetir derfeta dide me ji ber êrîşeke pir dijwar heye û em hatine heya vir. Ji bo wê em 2016 bikin sala serketinê."

'GELÊ ÎRAN Û ROJHILAT BI ÇANDA XWE VE GIRÊDAYÎ YE'

Evîn Zîlan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser înada gelê Kurd a ji bo azadiyê û got, "Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistan jî weke gelekî ku li Zagrosan jiyane û bi vê çandê bi salane dijî. Xwedî li  çand û kevneşopiya xwe ya derdikeve. Sîstema desthilatdar ji bo vala derxistina Newrozê çavên xwe ji pêkanîna her cure siyasetên qirêj negirtine û hewl dane tenê weke rojek ji salê destpê bike û hatina biharê pîroz bikin. Lê vaye di roja me ya îro de li hember zilma zaliman û dagirkeran zindî dibe".

Zîlan li ser rola tevgera azadiyê ya Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê ev nirxandin kir: "Bi pêşketina tevgera azadîxwaz a Apoyî re li Rojhilatê Kurdistan careke din çanda serhildanê, têkoşîn û îsyana li hember Komara Îslamî ya Îranê zindî bû. Bê guman ev çand ji vê axê ji dayik bûye û xwedî lê derketin di wateyeke rast de erka me zarokên Mezopotamya ye. Agirê Newrozê êdî li piranî herêmên Rojhilat tenê weke pîrozbahiyekî normal nayê dîtin, berevajî wateya dîrokî û neteweyî di xwe de dihewîne".

Zîlan axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi taybet îro li her çar beşên welat berxwedaneke Kawayî li hember dagirkeriyê û çewsêneriyê Dehaq dimeşe. Pîrozbahî ango pêşwazîkirina ji Newrozê re bi wate ye. Li Bakur, Başûr, Rojava û her wisa li Rojhilatê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd û bi taybet jin û ciwan bê navber berdewam e". 

ZÂılan têkildarî sîstema Îranê wiha axivî: "Di sala 2015 asta îdamê ji 10 salên derbas bûyî li Îran zêdetir e. Di dema Rûhanî de û her wisa li parlamenta nû de ne cih ji bo netewe, raman ne jî ji bo jinan hebû, vê weke maf jî nabînin. Asta qirkirinê çandî, civakî, ramanî, siyasî û fizîkî ya jinan û ciwanan her roj bilind dibe. Ev jî sedemên têkoşînê azadîxwazan e û gelê Kurd xwedî hesteke welatparêzî û netewî ye ku karibe bi agirê Newrozê têkoşîna xwe bi wate bike û ev jî di dîrokê de hatiye îsbatkirin. Her wiha ev hestê welaparêzî bû ku li Rojhilatê Kurdistan li hemû bajaran bi yek deng têkoşîn û berxwedana Bakur xwedî derketine û piştgiriya xwe nîşan bidin. Bê guman ev tê wateya yek dengê neteweyî, lê belê eger ev berxwedan heta serketinê dewam neke wê bi xwe re qirkirin nû bîne".

'PÊWÎSTE EM MILÊ XWE BIDIN HEV Û PIŞTGIRIYA BAKUR BIKIN'

ZÎLAN axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em di vê baweriyê de ne çawa her tim gelê welatparêz li Rojhilat her tim li hember neheqî xwedî helwest bûn, xwedî li çanda xwe derketiiye, îsal jî careke din bi dengê şagirtên Zagrosan li hember zilm û bê mafî serî natewînin. Alavên agirê Zerdeşt ku peyama yekgirtinê raman, zikir, çalak weke emir dide me û îro Rêbertî jî pêşengtî jê re dike û bilind dike. Pêwiste em milê xwe bidin hev û piştgiriya hev bikin li Bakurê Kurdistan. Pêwiste em bizanibin ku çareseriya li Bakur çareseriya Rojhilat e û ev jî mîsoger dibe". 

'TEVÎ HEMÛ KOMKUJIYÊN MEHA ADARÊ JÎ, KURD BÊ BERSIV NEMAN'

Necîbe OMER ji bo dîroka Başûr a serhildanê wiha axivî: "Li Başûrê Kurdistanê piştî salên 1920'an bi pêşengtiya helbestvanê mezin Pîremêrd careke din hate zindî kirin û bi rojev bû. Li Başûrê Kurdistanê tevî hemû zehmetiyan Newroz hatiye pîroz kirin. Weke tê zanîn meha Adarê ji bo Başûrê Kurdistanê meheke ku gelek komkûjî tê de hatiye kirin. Di 16'ê Adarê de komkujiya Helebçeyê hat kirin, dîsa di sala 1988'an de ji meha Sibatê heta meha Îlonê heft  hemleya Enfal dimeşe weke din di vê mehê de peymana Cezaîr çê dibe. Bi giştî komkujiya li ser Kurdan hatine meşandin di meha Adarê de bûye, lê her tim di meha Adarê de jî gelê Kurd bersiv daye êrîşên dijmin û berxwedaniyên mezin di dîrokê de nivîsandiye". 
Omer axaftina xwe wiha berdewam kir "Em hemû jî dizanin di sala 1991'an de di destpêka biharê de li Başûrê Kurdistan de serhildanên gel çêbûn. Bi îradeya gel hikûmeta Saddam hat rûxandin hate rûxandin, dîsa di 21'ê Adarê de di roja Newrozê de Kerkûk hate rizgarkirin . Li hemberî van berxwedaniyan rejîm xwe negirt û careke din êrîşî gel kir. Lê dîsa gel ev qebûl nekir û dest bi serhildanan kir. Dibe ku wê demê  bandora pêşmerge hebû, lê gel ev serhildan bi îradeya xwe afirand. Ev îrade û hêza gelê Kurd nîşan dide. Berê li Başûr ji bo ku Newroz were pîrozkirin gelek bedelan hatin dayîn, lê em li roja îro meyze bikin ew coş û ew heyecana berê nemaye. Ji ber ew desthilatê ku niha heye Newroz bêwate kirine, ev jî bi temamî Newroz ji watayê xwe derdixe".

Omer guhertinên li Başûr çêbûne wiha anî ziman "Ji sala 1991'ê û pê ve li Başûrê Kurdistanê bi fikira Rêber APO têkoşîneke bi hêz bi rê ve diçe. Yanî mirov dikare bêje ku xeta yekîtiya neteweyî, xeta demokratîk bi pêşengtiya felsefeya Rêber APO bi pêş dikeve. Rûxmî êrîşên ku partiyên siyasî yên Başûr li ser tevgera azadiyê dikirin û dixwestin bi fikirê dewletên Ewropî sîstemek bidin avakirin. Lê tevgera me her çû xwe bi rêxistin kir, li Başûr gavên mezin avêtin. Tevgera ku bi fikra Rêber APO li Başûr pêşket ji bo ku Newroz bi wate bike û bixe roja serhildan kedek mezin daye. Bi taybetî ji sala 2000'ê û şûn de li Başûrê Kurdistanê Newroz bi awayekî girseyî hat pîrozkirin û her tim gel di Newrozê de peyamên giring dane û dengê xwe gehandiye her kesî".

'PÊWÎSTE EM VÊ NEWROZÊ BIKIN NEWROZA AZADIYA RÊBER APO'

Omer axaftina xwe wiha dewam kir "Bê guman ev Newroz gelek bi wate ye ji ber ku weke gelê Kurd me gelek destketiyên mezin bi dest xistin. Weke şoreşa Rojavayê Kurdistan, di wê demê de gelek ciwanên Başûr bi ruhekî fedayî tevlî şoreşa Rojava bûn. Dîsa hemleya ku li Bakurê Kurdistan piştî peyama Rêber APO di Newrozê de şand, bû hemleya serhildanê û vê jî bandora xwe li beşên din ên Kurdistanê jî kir. Îsal jî weke saleke ber bi serketinê ve em dinirxînin hem li Bakurê Kurdistanê hemleya ku bi pêşengîya hêzên parastina sîvîlan dest pê kiriye û di beşên din ên Kurdstan jî bi heman awayî bi rêve diçe. Di van şert û mercan de Newroz pîroz kirin gelek bi wate ye".
Omer di dawiya axaftina xwe de got; "Pêwîste di vê Newrozê de gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê destekên mezin bidin Bakurê Kurdistanê. Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber APO û Newroza derketina dagirker ji Kurdistanê. Em dizanin ku çavê herkesî li Newrozê ye. Li ser vê bingehê em bawerin îsal bibe sala serketin û sala tolgirtina şehîdan. Destketiyên Bakurê Kurdistanê di heman demê de destketiyên beşên din ên Kurdistanê ne. Yanî wê Newroza îsal bibe lûtkeya serhildan û azadiyê."

'TI KES NIKARE ME TINE HESAB BIKE'

Bêrîtan Cûdî cudahiya vê Newrozê ji Newrozên berê anî ziman û got; "Newroza îsal naşibe ti salan. Ji ber destpêkê navê Newrozê baş nedihat naskirin. Di asta neteweyî de weke rojeke sembol bû û weke pîrozbahiya hatina biharê dihat naskirin. Lê rûxmî her tiştî pîrozkirina vê rojê ew feraseta li ser vê rojê radikir û ruhê me yê neteweyî derdixist pêş. Lê bi demê re û piştî ku Kurd xwe bi nasnameya xwe naskirin ev roj bû roja vejînê. Kurd li derdora agirê Newrozê kom bûn û gotin 'vaye em hene, êdî ti kes nikare me tine hesap bike'."

Cûdî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Newroz bû roja berxwedan û serhildanê. Gel bi mîlyonan li qadan belav bûn û bi keskesora xwe bi nişaneya serketinê, ji hemû cîhanê re dane nîşandan ku Newroz bûye qada berxwedanê. Di rojên me yên îro de dagirkerî dixwaze naveroka Newrozê ya tijî bi berxwedanî tine bikin. Lê li hemberî zilm û zora dewletan Newroz wê bibe cejna şoreşê û li her qadekê Newroz wê were pîrozkirin. Gelê me li ku derê dibe bila bibe tenê ne ji bo kêfxweşiyê û şahiyê Newroz pîroz dikin, di heman demê ji bo bide nîşandan ku li hember dijmin serê xwe natewînin û helwestên xwe didin nîşandan."

'SERANSERÊ KURDISTANÊ HEMÛ BÛYE NEWROZ'

Cûdî got, "Kurd hem di milê coşa şoreşê hem jî di milê êşa cangoriyên xwe, dilê wan bûye weke agirekî Newrozê. Ji ber wê îro seranserê Kurdistanê hemû bûye Newroz. Weke bi ruhê Newrozê li hemberî Dehaqan şer dikin. Em dibînin ku her der di van rojan de bûye weke bajarê Nînova li hember dagirkeriyê rabûye serihildanê. Ji bo berxwedana xwe têxe çavê dijminan û li hember zextan çoka xwe natewîne û bi hemû heybeta xwe ew ê li ser piya bimîne. Di roja me ya îro de ew Dehaq berdewam dike û bûye DAIŞ, bûye çeteyên Erdogan. Li hember Dehaqan, Rojava bûye Nînova ya hemdem". 

Cûdî ji bo beşdariya gelê Rojava di nava şoreşa gelan de ev nirxandin kir "Rojava her dem ji bo şoreşa Kurdistanê hişyar bû û ev hişyariya xwe jî berdewam dike. Ev jî bi beşdarbûna xwe agirê şoreşê her dem geş kir. Rojava bi xwe bûye qada şoreşê. Dehaq her çiqas xwest serê zarokan bipelçiqînin û mejiyê wan bike mejiyê xwe, lê belê zarokên agir û rojê li hember zilmkaran şerekî meydanî kirin. Bi pêşengtiya zarokê gelê Kurd bi ruhê Newrozê biratiya gelan ava dike. Dijminê gelan dijminê xwe dît. Negot ev Ereb e ev Suryane an ev Tirkmene û Xiristiyane, êrîş li hemberî wan hemûya parasit. Hemû hemwelatiyê li ser vê xakê heya Cerablus û Helebê pêngav pêş xist. Ruhê berxwedaniya Newrozê derbasî hemû gelê Rojava bû. Bi taybet bi hevdûgirtina hemû hemwelatiyê Suriye yê, QSD 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk' bandora xwe li hemû cîhanê kir. Bi taybetî li Bakur hişt ku li eniya Tirkiye û Kurdistanê li dijî zilma dewletê bibin yek, di yek neiyê de hebûna xwe ya çekdarî ava bikin." 

'AGIRÊ ŞOREŞÊ WÊ HER BILIND BE'

Cûdî di dawiya axaftina xwe de got; "Herî dawî jî di asta siyasî de federasyona demokratîk a li Rojava Kurdistanê wê ji hevgirtina gelan re bibe bingeha herî xurt. Çiqas hevgirtina civakê hebe ewqas dijminê gelan wê bişikên û li bin kevin. Ji ber vê yekê em, ev avahiyên siyasî û leşkerî ya biratiya gelan silav dikin û piştgirî didinê. Ji ber ew ruh Newrozê diyar dike. Newroz bi pêşengtiya Kurdan carek din li vê axê ji bo hemû gelan zindî dibe. Dîsa weke di her Newroz de tê dîtin îro jî di serî de bi pêşengtiya ciwanê me, dayikên me û bi hemû jinên Kurd pêlên agirê têkoşînê bilind dibe. Ev Newroz Newroza Mazlûman e, Newroza Bêrîvan, Ronahî û Rahşan e. Ev keçên ciwan ev ruhê Newrozê yê dîrokî ger tije berxwedanî bû carek din zındî kir. Keçên Kurd bi navê YPJ, YPS-JIN, HPJ, YJŞ û bi giştî bi navê YJA STAR berxwedana Newrozê bilind dike. Heta şoreşa Kurd ava bibe ew ê li ser van çiyan agirê şoreşê her bilind bibe."

...