Newroza diyarê şehîdan Kobanê...
Li Kobanê, Newroz mîna par îsal jî li Girê Miştenûrê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de federaliya demokratîk hat silavkirin.
Li Kobanê, Newroz mîna par îsal jî li Girê Miştenûrê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de federaliya demokratîk hat silavkirin.
Li Kobanê, Newroz mîna par îsal jî li Girê Miştenûrê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de federaliya demokratîk hat silavkirin.
Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan, Koma Miştenûr, Koma Botan, koma Gulav (koma ji astengdaran), koma govendê û komên şano yên di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de cih digirin, piştî amadekarî û provayên berfireh, roja Newrozê 21'ê Adarê, hunera xwe pêşkêşî gelê Kobanê û hemû mirovên li pêş ekranên televîzyonê li Newroza Kobanê temaşe dikirin, kirin.
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xido, bi strana 'Dengê tivinga YPS li Sûrê zêde tê' dilên ciwan ên şoreşger ên YPS'yî yên di berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê de li ber xwe didin, silav kirin.
JI ROJAVAYA AZAD BER BI SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK VE
Li Kobanê, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ên hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin, berxwedaneke dîrokî û efsaneyî hat nîşandan, Newroza 2016'an bi dirûşma 'Ji Rojavaya Azad ber bi Sîstema Federal a Demokratîk ve' li Girê Miştenûrê hat pîrozkirin.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdên berxwedana destanî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG/YPJ û rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.
Jin, ciwan, zarok, extiyar gelê Kobanê bi kincên xwe yên neteweyî hat qada Newrozê û bi ruhê berxwedana Kobanê ya efsaneyî, berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê û şervanên YPS û YPS Jin silav kir.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, bi xwendina sirûda Ey Repîp re pîrozbahiyê destpê kir. Dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.
HEVSEROKÊ MECLÎSA FEDERALIYA DEMOKRATÎK A ROJAVA-BAKURÊ SÛRIYEYÊ MENSÛR SELLÛM AXIVÎ
Di pîrozbahiya li ser Girê Miştenûrê de Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm axivî. Sellûm da xuyakirin, ku danûstandinên li Cenevreyê pirsgirêkê kûrtir dikin, lê Meclîsa wan ragihandine çareseriyê pêşniyar dike.
Sellûm di dewama axaftina xwe de got, "Li ser navê Meclîsa me ez Cejna Newrozê li Kurdan û hemû gelên cîhanê yên bindest pîroz dikim. Hemû şehîdên azadiyê yên em gihandine roja îro bibîr tînim. Cejna şervanên YPG/YPJ, Asayîş û QSD'ê pîroz dikim. Hêvîdarim wê agirê Newrozê bibe wesîle ji rizgariya gelên Sûriyeyê re.
Û bi vî rengî wê gelê Efrînê yê leheng kêfxweş û aram bibe. Li vê derê li bajarê Umer El Mixtar, me dilê xwe ji ciwanên şoreşger, azadîparêz re vekirin. Ez li Kobanê ya leheng a ku ronahiya azadiyê lê şewq da, me. Li Miştenûr im, ku Arînê li vê derê bi bedena xwe re cîhan hejand. Ez li vê derê mêvanê Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Tirkmen û Suryaniyan im."
SELLÛM: EM JIYANEKE AZAD Û WEKHEV AVA DIKIN
Sellûm da xuyakirin ku ew li dijî komployên li hemberî şoreşên Rojava û Sûriyeyê ne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi desteka Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê re El Nûsra, Ehrar El Şam û komên ser bi van ve tevlî danûstandinên Cenevre 1-2-3 dikin û pirsgirêkê kûrtir dikin. Ev welat destekê diidn DAIŞ'ê û bi vî rengî dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Em bi kongreya xwe û bi meclîsa xwe ya ava bûye re sîstema federal ava dikin û ji bo gelên herêmê jiyaneke azad û wekhev dafirînin.
Kongre gelekî bi zelalî pêk hat û xebatên wê jî wê bi zelalî bên meşandin. Her kesî dît hemû gel hatine temsîlkirin. Xala ku li kongreyê derket pêş ew bû, ku Sûriye bêyî parçe bibe, ji hemû gelan û cihêrengiyan re bibe welatek."
Sellûm di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî û hêzên demokrasiyê kir û got, "Em hêzeke rewa ne. Exlaq, civak û demokrasî li cem me ne. Ji ber vê yekê li cem me bisekinin û derhal Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berdin."
JIN ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE YE
Di pîrozbahiyên Newrozê de careke din derket holê ku Şoreşa Rojava tevî şoreşa çandî, civakî û siyasî ye, bi taybetî şoreşeke jinê ye.
Bi berbanga sibehê re jin herikîn qada pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê. 2 ji 3 parên qada Newrozê bi jinan tijî bûn.
Giraniya jinan a li qada Newrozê û piraniya endamên çand û hunerê ku ji jinan pêk tên, nîşan didin ku jin di nava şoreşê de şoreş bi xwe ye.
EWLEKARÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE BÛ
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Girê Miştenûrê de xaleke din a gelekî bal kişand, ewlekariya di asta herî bilind de hatibû girtinbû.
Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li derdora qada Newrozê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin. Bi vê armancê li 4 nuqteyên cuda bendên kontrolê hatin danîn.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN XWESTIN DI NEWROZÊ DE XWÎNÊ BIRIJÎNIN HATIN KUŞTIN
Li bajarokê Sirînê, 5 çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin êrîş bikin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin kuştin.
Roja 21'ê Adarê saet di 05:00 de, 5 çeteyên DAIŞ'ê bi kincên YPG'ê ketin bajarokê Sirînê û xwestin çalakiyên întixarî bikin. Her 5 çete ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin kuştin.
3 ji van çeteyan bombeyên li ser xwe teqandin û xwe îmhakirin, 2 jî li nava bajarok li cihê xwe veşartibûn hatin kuştin.