BI DÎMEN

'Newroz ruhê gelê Kurd e'

Gerîlayên HPG'ê bal kişandin ser girîngiya Newroza 2016'an û diyar kirin, Newroza îsal wê bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê. Gerîla Kajîn Yekbûyîn û Kanî Efrîn der barê Newrozê de ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayên HPG'ê bal kişandin ser girîngiya Newroza 2016'an û diyar kirin, Newroza îsal wê bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê. Gerîla Kajîn Yekbûyîn û Kanî Efrîn der barê Newrozê de ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayan Kajîn Yekbûn got, "Di serî de ez Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, tevahî gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê pîroz dikim. Newroz mîladek e. Di sala 612'an beriya zayînê de Kawayê Hesinkar li hember Dehaqên zalim berxwedan da destpêkirin. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, heval Zekiye Alkan û gelek qehremanên din, ji nû ve ruh dan vê berxwedanê û mîna bihayê biharê dan şînkirin. Eger mirov Newrozê bi tenê weke cejnekê yan jî dîlanekê binirxînin, ev e şaş be. Newroz felsefeyek e, Newroz bîrdoziyek e, Newroz berxwedan e, ji ber ku Newroz êdî bûye berxwedana gelan. Lê belê mirov dikare bêje gelê Kurd xwedî li Newrozê derket. Rêya wan qehremanan, rêya hevala Rahşan, rêya hevala Ronahî, berxwedana Bêrîvanan ji nû ve ruh daye Newrozê. Heta roja me ya îro jî wek ku min anî ziman weke felsefeyekê, bîrdoziyekê, nêrînekê Newroz ket nava gelê Kurd.

Newroza 2016'an wê bibe azadiya Rêber Apo, azadbûna gelê Kurd, pêkhatina Tirkiyeke demokratîk. Her wiha li hember zîhniyeta paşverû wek DAIŞ û hevkarê wê dewleta Tirk ku bi awayekî hovane êrîşî gelê me dike, wê bibe berxwedan. Vê zîhniyetê li Cizîr, Silopiya û Sûrê komkujî pêk anî. Lê li hemberî vê yekê hevala Pakîze, hevalê Mehmet Tûnç û bi hezaran qehremanên ciwan di bin rêveberiya YPS'ê de berxwedaneke dîrokî meşandin. Bila dewlet baş bizanibe ku heya ciwanekî Kurd bimîne, gelê Kurd wê şopdarê Rêber Apo û şopdarê şehîdên xwe û şopdarê Mazlûm Dogan be."

'EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ RE VÊ BERXWEDANÊ BIMEŞÎNIN'

Gerîla Kanî Efrîn jî da xuyakirin, ku newroza 2016'an wê bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê.

Efrîn ev nirxandin kir: "Di destpêkê de ez hemû şehîdên Komkujiyên Helebçe, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê bibîr tînim û berxwedana li Cizîr û Sûrê bi dil û can silav dikim.

Hemû rojên gelê me Newroz in. Newroz her tim bihar e, bihar her tim şêniyê bi xwe re tîne, yekîtiyê bi xwe re tîne, yekîtiya gelan bi xwe re tîne, yekîtiya hemû zîndiyên di nava xwezayê bi xwe re tîne. Ji ber vê jî newroz ne tenê wek rojeke şahî û seyranê ye. Newroz berxwedan û serhildan e. Pêwîst gel van rojan ji xwe re weke rojên xwegihandina azadiyê bibîne. Dîrokek ronahiyê ye, dîrokek ku Kawayê Hesinkar gelê Kurd û hemû gelên Mezopotamya ji zilmê xilas kiriye û ronî kiriye. Gihandiye azadiya wan. Ji ber vê jî ev dîrokek wisa ye ku pêwîste hemû kes vê dîrokê rast bixwîne, bizanibe çima ji bo gelê Kurd Newroz ewqas girîng e. Ev hîskirinek bi jiyanê re ye, hîskirinek bi azadiyê û bi gelên din re jiyîn e.

Newroza 2016’an wê bibe azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn ên demokratîk. Wê gel êdî bi nasnameya xwe, çanda xwe bi hebûn be. Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Newroz bi şoreşa Rêber Apo re careke din şîn bû. Berî PKK'ê Newroz hatibû ji bîr kirin lê bi berxwedana Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan re  careke di şîn bû. Ev dîrokek bi tîpên zêrîn hatiye nivîsîn e. Pêwîste em hemû layîqê vê dîrokê bin û xwedî li şehîdan derkevin, li ser şopa wan bimeşin. Berxwedana wan bidin meşandin heya ku gelên xwe û Kurdistana xwe azad bikin."

...