Newroz li Tambovê hat pîrozkirin

Newroz li Tambovê bi şahî û konserekê hat pîrozkirin.

Newroz li bajarê Rûsya Tambovê bi şahî û konserekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya girseyî, bi axaftina nûnerê KNK'ê Selahattîn Soro û Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemalê Çeto destpê kir.

Dûre koma govendê ya Mîdya û gelek komên din ên herêmî hunera xwe pêşkêşkirin.

Ji Başûrê Kurdistanê hunermend Hemîd Diyana, ji Bakurê Kurdistanê Erol Berxwedan û ji Ewropayê hunermend Kewê bi stranên xwe reng dan pîzobahiyê.

Di saetên dereng de jî agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahî bi gerandina govendê li dora agir, bi dawî bû.