Newroz li Şengalê hat pîrozkirin
Newroz li çiyayê Şengalê bi girseyî hat pîrozkirin. Kordînasyona Êzidiyan a Şengalê û Meclîsa Avakirina Şengalê bi vê armancê civîn û pîrozbahî organîze kirin.
Newroz li çiyayê Şengalê bi girseyî hat pîrozkirin. Kordînasyona Êzidiyan a Şengalê û Meclîsa Avakirina Şengalê bi vê armancê civîn û pîrozbahî organîze kirin.
Newroz li çiyayê Şengalê bi girseyî hat pîrozkirin. Kordînasyona Êzidiyan a Şengalê û Meclîsa Avakirina Şengalê bi vê armancê civîn û pîrozbahî organîze kirin.
Di civînê de li ser dîroka Newrozê agahî hat dayîn. Ji Kordînasyona Êzidiyan a Şengalê Zekî Şengalî li vir axivî û destnîşan kir, ku Newroz tê wateya tifaqa gelan.
Şengalî got, "Em li xaka ku Newroz lê afirî ye. Divê em êdî weke berê nebin. Pêwîste em bibin xwedî hişmendî û xwe bi pêş de bibin. Li ser bingeha nirxên heyî, nirxên hatine afirandin, divê em tifaqa xwe mezin bikin. Her wiha girîng e em bi xwe jî bikevin nava avakirina vînekê. Pêwîste em vîna xwe ya heyî her bi pêş de bibin, xurt bikin. Li ser vê bingehê divê em Şengalê ji bo pêşerojê amade bikin."
'ŞENGAL WÊ BI VÎNA XWE RE WERE RÊVEBIRIN'
Zekî Şengalî da xuyakirin, ku divê Şengal bi vîna xwe were rêvebirin û got, "Li Şengala nû, bi şêweyê xwe yê jiyanê re divê em ji tevahiya cîhanê re bibin mînak. Em xwedî wê hêzê ne ku vê bi ser bixînin. Şervanên me hene, ku bê teredût bi ser dijmin de diçe û şehadetê weke pîrozmendiyê dibînin. Ev şehadet şehadetên bi zanebûn in. Şehadetên li ser bingeha felsefeya jiyan û azadiyê ye. Ev nirxên me yên herî pîroz in. Divê em li ser bingeha van nirxan pêşeroja xwe ava bikin. Eger em xwedî li van nirxan dernekevin, em ê nikaribin xwe bi pêş de bibin. Bi vê nêzîkatiyê re wê azadî ji me ne dûr be."
Dayika Bihar a ji Şengalê di civînê de mafê axaftinê wergirt û anî ziman, ku beriya niha pîrozkirina Newrozê qedexe bû, lê ew niha di vê roja pîroz de jin, mêr li hev dicivin û hêvîdar e ku ev yek wê ji bo salên pêş bibe wesîleya tifaqên mezin. Dayika Bihar Newroz li hemû gelan û lehengên li eniyên şer têdikoşin, pîroz kir.
Piştî civînê, pîrozbahiyê destpê kir. Girseya gel li dora agirê Newrozê govend gerand û dawî li çalakiyê anî.