Newroz li her derê ye: Hûn nikarin hatina biharê asteng bikin!
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê didomin.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê didomin.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê didomin.
Tevî qedexeyên AKP’ê jî welatiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Newrozê daketin qadan. Gelê li hember êrîşên hêzên dewletê bi xweparastinê bû bersiv, peyama “Hûn nikarin hatina biharê asteng bikin” da.
RIHA
Li navçeya Sêweregê hezarî zêdetir welatî bi dirûşma "Her der Newroz her der bexwedan" ve xwestin Newrozê pîroz bikin li Qada Newrozê ya taxa Yenîşehîrê hatin cem hev. Polîsan hatin û çûyînên navçeyê dorpêç kirin, qada Newrozê jî biwesayîtên zirxî ve dorpêçkirin nehiştin welatî bikevin qadê. Li vir parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr xîtabî gel kir û got ku li hemberî biryarên AKP'ê jibilî berxwedanê ti rê jî tuneye. Baydemîr nirxandina "Tiştên ji Beyt-ul malê dizîne ji me dipirsin. Em ê serê xwe netewînin" kir.
Piştî axaftina Baydemîr welatiyan pankarta "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin, Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" vekirin ber bi navenda sûkê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Her der Cizîr her der berxwedan" "Bijî Newroz" berz kirin. Welatiyên derûdorê jî bi nîşaneyên serekftinê ve piştgirî dan. Polîsan li navenda sûkê pêşiya gel girtin û bi guleyên plastîk, cop û TOMA'yan ve êrîşî gel kirin, gel jî li dijî êrîşan parastina cewherî pêk anî.
Demeke di navbera gel û polîsan de pevçûn qewimî û di dema êrîşan de yek jî astengdarê mejî herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.
‘Ji bo Kurdan her der Newroz e'
Li navçeya Cirnê Reş ji bo pîrozbahiya Newrozê welatî li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Welatiyên kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li vir parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku îxtidara ku di salên 90'an de Newraz qeoexe dikir îsal dîsa li ser karê. Ocalan bilêv kir ku ji bo gelê Kurd her der Newroz e û berxwedan e û nirxandina "Newroz mîrateya kesên bi bedena xwe agir pêxistin e. Ya dikeve li ser milê me jî mîrateya wan bi berxwedanê gihandina serkeftinê ye" kir.
Dema ku daxuyanî hate dayîn welatiyên li Taxa Karacurunê ketin qada Newrozê, li vir agirê Newrozê pêxistin. Demeke bi slogan û dirûşman Newroz hate pîrozkirin û piştre jî bi dawî bû.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî polîsan qada pîrozbahiyê serê sibehê dorpêç kirin û nehiştin welatî bikevin qadan. Li navenda navçeyê jî wesayîtên Ford Ganger ên ku li Kurdistanê tên wateya qatlîamê bal kişandin. Di hatin û çûyînên navçeyê de kontrola GBT hatin kirin.
Li gel hemû astengiyan welatiyên ku li taxa Şirnexê hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Gel vê carê li ber avahiya DBP'ê kom bûn agir pêxistin govend gerandin. Bi sedan welatiyan bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dane dest bi pîrozbahiyê kirin. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Sevda Çelîk Ozbîngol qedexe şermezar kir û got ku gel wê xwedî li kevnepoşiya cejnê ya bi hezaran salan derkevin û her derê bikin qada Newrozê. Piştre endama KJA'yê Leyla Guven axivî û got ku çiqas qedexe hebe jî kes nikare hatina biharê asteng bikin. Piştre govend hate gerandin û welatiyan Newroz pîroz kirin.
Li aliyê din ciwanê ku li Taxên Emîroglu, Şirnak û Cumhuriyetê hatin cem hev û xwestin bi agir Newrozê pîroz bikin. Polîsan êrîşî ciwanan kirin ciwanan jî bi parastina cewherî ve bersiv dan êrîşa. Hate hinbûn ku Hayrettîn Çaglar, Hamdullah Ariz û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.
MÛŞ
Li navçeya Kop a Mûşê tevî qedexeyê jî bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li ber avahiya DBP’a navçeyê kom bûn. Gel ê ber bi qada Newrozê dest bi meşê kir, rastî astengiya barîqatên polîsan hatin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan li vir axivî, diyar kir ku nirx û cejnên gel nikarin bên astengkirin, destnîşan kir ku di vê qedexekirina Newrozê de ti spartekên AKP’ê yê hiqûqî tinene.
Ozkan got qedexe ji bilî cihêkirina gelan ti karên din nakin, da xuyakirin ku tevî qedexeyan jî wê ruhê berxwedan û yekîtî yê Newrozê zindî bigirin.
SÊRT
Ji bo Newroza ku wê sibehê li Sertê bê pîrozkirin xebat û amadekarî didomin. Ji bo bangawaziya pîrozbahiyê belavok hatin belavkirin.Parlamentera HDP'ê Besîme Konca bi welatiyan re axivîn û xwest ji bo geşkirina agirê Newrozê tevlî pîrozbahiyê bibin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran yuksek û parlamenterên HDP'î wê beşdarî pîrozbahiya li qada Newrozê ya Taxa Barişê bibin.
MANÎSA
Li navçeya Salîhliyê ciwanên ku hatin cemqedexekirina Newrozê şermezar kirin. Ciwanên ku li Taxa Gaffar Okan hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin, dirûşmên "Bijî berxwedana YPS" "Bijî berxwedana xweseriyê" "Bijî Serok Apo" "YPS dimeşe erd û ezman diheje" berzkirin. Ciwan bi diruşman li nava taxê geriyan û piştre jî agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
ÎZMÎR
Piştî ku Walîtiya Îzmîrê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir, polîsan Qada Gundogduyê bi bariyeranv e girtin. Welatiyên ku bi israr xwestin newrozê pîroz bikin li ber avahiya HDP'ê ya li Çankayayê kom bûn. Lİgel ku polîsn hemû riyên ku diçin avahiya HDP'ê girtin lê welatiyan dirûşmên "Bijî Newroz" berz kirin. Welatiyan ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên demên dawî de pankarta "Pêkûtî me bêzar nakin" "Bijî berxwedan em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hate vekirin. Jinan cilên xwe yên gelerî li xwe kirin. ESP, EMEP, KALDIRAÇ, KOZ, PARTÎZAN, Partiya Şoreşger jî piştgirî dan çalakiyên. Di çalakiyên de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin. Li ser navê HDP'ê Canan Kaplan axivî û diyar kir ku biryara qedexeyê ne hiqûqî ne jî rewa ye.
Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku ew qedexeya Newrozê nas nakin û qedexe, qedexeya Erdogan e. Kurkçu bilêv kir ku dewletê di dawiyê de hesabê hemû dizî, qatlîam û nelirêtî û qatlîaman bipirsin.
Piştî axaftina Kurkçu çalakî bi dawi bû.
Li navçeya Karşiyakayê jî gel li Taxa Yamaçê hatin cem hev û agirî Newrozê pêxistin.Polîsên ku hatin taxê êrîşî gel kirin gel bi parastina cewherî bersiv dan polîsan. Piştî ku polîsj i taşxê vekişiyan pevçûn bi dawî bû.
AYDIN
Qada Newrozê ji aliyê polîsanv e hate dorpêçkirin. Polîsan qad bi bariyeran ve girtin. Polîsan welatiyên ku xwestin bikevin qadê jî asteng kirin û hin wesayît dane sekinandin û lêgerîn kirin. Li taxan balafirên bêmirov geriyan, li hin malan jî lêgerîn hate kirin. Lê ligel hemû qedexeyê jî HDP'ê bang li welatiyan kir ku saet di 17.00'an de li qada Newrozê be.
AGIRÎ
Li Agiriyê ku di demên dawî de di operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan kes hatin girtin, li gel hemû êrîşan jî amadekariyên Newrozê ku wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî tevlî bibe hate kirin û gelê Agiriyê amade ye ku agirê cejna vejînê pêxê. Ji bo pîrozbahiya sibehê ku di saet 10.00'an de li Otogara Şaredariyê pêk were nêzîkê 30 hezar belavokên destan hatin belavkirin û wesayîtên anonsê hê jî li taxan ji bo beşdariyê anonsan dikin. Ji gelek navçe û bajarên derdorê jî tê payîn beşdarî çêbin û ji bo ewlehiya kesên beşdarî pîrozbahiyê dibin jî bi dehan kes hatin pêywirdarkirin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Kutbettin Aslan da zanîn ku bi avakirina platformê wê hemû xebat bi dawî bibin û bang li welatiyan kir da ku bi rihê berxwedanê beşdarî pîrozbahiyên sibehê bibin.
BEDLÎS
Li Tetwanê jî Parlamenterên HDP'ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat û Mahmat Celadet Gaydali jî di nav de endam û rêvebirên HDP û DBP'ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê sibehê li Qada Fuarê ya Tetwanê were kirin li navenda navçeyê belavok belav kirin. Her wiha ketin û derketina gundên navçeyê ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve ji bo 48 saetan hate qedexe kirin.