Nerazîbûna li Salihî zêde dibe: Dewleta Tirk wî dide axaftin
Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê nerazîbûn nîşanî Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşat Salihî dan, ku li dijî PKK'ê axivî bû.
Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê nerazîbûn nîşanî Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşat Salihî dan, ku li dijî PKK'ê axivî bû.
Rêveberên Kerkûkê yên Tevgera Goran û Partiya Komunîst destnîşan kirin, ku Salihî û axayên wî, wê êdî nikarin armancên xwe bi ser bixînin û gotin, "PKK partiyeke Kurd e û divê Kurd hemû li dijî Erşat Salihî û dijminên Kurdan ên mîna wî, dengê xwe bilind bikin."
'BI ERKA BERDEVKIYA DEWLETA TIRK RADIBE'
Ji rêveberên Partiya Komunîst ê Kerkûkê Hasan Huseyîn bibîr xist, ku PKK ji bo azadiya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê têdikoşe û destnîşan kir, ku ew bi ti awayî gotinên Salihî yên li dijî PKK'ê qebûl nakin.
Huseyîn got, "Ev daxuyanî bi kêrî jiyana bi hev re ya gelên li vê herêmê nake. Halbûkî diviyabû Salihî spasiya PKK'ê û gerîla bikira" û wiha dewam kir: "Xuya ye yê Erşat Salihî dide axaftin dewleta Tirk e ku pirsgirêka xwe bi Kurdan re heye. Lê em hevîdar in wê Salihî piştî vê daxuyaniyê şaşitiya xwe bibîne û careke din têkildarî hêzên parastina Kurdan û gerîlayên PKK'ê daxuyaniyên bi vî rengî neke.
Lazim e Tirkmen li pişt van daxuyaniyên Salihî nesekinin. Ji ber ku rewşeke bi vîr engî wê zerareke mezin bide têkiliyên navbera gelan ên li Kerkûkê. Lewma divê Tirkmen û Ereb li ber daxuyaniyên bi vî rengî rabin."
Huseyîn ji rêveberiya Kerkûkê, partiyên siyasî yên Kurd û hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest, helwestê li dijî daxuyaniyên bi vî rengî nîşan bidin û got, "Hem yên Kerkûkê bi rê ve dibin, hem jî hikûmet û partiyên li Başûrê Kurdistanê, lazim e helwesteke zelal li dijî daxuyaniyên bi vî rengî nîşan bidin û li dij derkevin. PKK yek ji girîngtirîn hêza li herêmê ye û di çarçoveya berpirsyariya xwe ya neteweyî de gelê li herêmê diparêze. Li Kerkûkê ne tenê Kurd parast. Hemû gelên li vir parast. Di vê oxirê de şehîd da. Lewma kî daxuyaniyê dide, lazime vê rastiyê zanibe û li gorî wê daxuyaniyê bide."
'DIVÊ JI BÎR NEKE KU LI XAKA KURDISTANÊ DAXUYANIYÊ DIDE'
Ji rêveberên Tevgera Goran ê Kerkûkê Mihemmed Goldereyî jî da xuyakirin, ku dewleta Tirk Salihî dide axaftin û got, "Lê divê Erşat Salihî û yên van gotinan bi Salihî dide gotin ji bîr nekin; axa ku îro ev daxuyanî li ser tê dayîn, axa Kurdistanê ye. Parastina axa Kurdistanê jî, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, erka hemû Kurdan e. Gerîlayên PKK'ê jî bi vê erka neteweyî radibin û îro li vir in. Armanca wan parastina ax û mirovên Kurdistanê ye. Di vê oxirê de şehîd dan."
'KURD ÊDÎ PARÇEBÛNÊ QEBÛL NAKIN'
Goldereyî destnîşan kir, ku gelê Kurd êdî parçebûnê qebûl nake û bibîr xist, ku ciwanên Kerkûkî xwe ji bo Rojava, ciwanên Kurd ên ji parçeyên din jî xwe ji bo Kerkûkê feda dikin.
Goldereyî got, "Bila Erşat Salihî û axayên wî zanibin; mirovên Kurd bi îrade ne. Kurdistan êdî ji bo Kurdan yek e. Bi çavekî parçebûyî Kurd li Kurdistanê nanêrin, qebûl jî nakin. Di vê oxirê de amade ne bi her awayî têbikoşin. Kurdekî li parçeyekî amade ye ji bo parçeyekî din berdêlê bide. Ji xwe vê jî dike."
'PARTIYA KURD A XWE JI YEKÎTIYÊ VEGIRE, WÊ TÊK BIÇE'
Goldereyî bang li Kurdan kir, ku li dijî êrîşên bi vî rengî bibin yek, bi hev re tevbigerin, helwesteke hevpar nîşan bidin û got, "Ez bang li hemû partiyên Kurd dikim, ku armanca van êrîşan bibînin, berjewendiyên partîtiyê deynin aliyekî û li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin. Kî li derveyî vê bimîne, wê xiyanet kiribe. Yên xwe ji vê vegirin, wê têk biçin, winda bikin."