Navenda Têkoşîna li dijî Tîryakê tê vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya têkoşîna li dijî tîryakê bi Platforma Têkoşîna li dijî Tîryakê ava kir û xebatên hişyarkirinê didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya têkoşîna li dijî tîryakê bi Platforma Têkoşîna li dijî Tîryakê ava kir û xebatên hişyarkirinê didomîne.

Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHU-DER) bi hev re li dibistanan li dijî bikaranîna tîryakê xebatên hişmendkirinê ji bo mamosteyan dimeşînin. 

Li semta Rezanê ya Amedê li dibistanên ser Kuçeya Cengîzler û Bulvara Medîneyê semîner hatin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de îro li Dibistana 700. Yilê der barê bikaranîna tîryakê de agahî dane mamosteyan.

Ji Sekreteryaya Platforma Têkoşîna bi Tîryakê re ya Amedê Firat Duzgun diyar kir ku bi semînerên perwerdeyê ew dixwazin hişyariyekê di vî warî de çêkin û xwe bigihînin malbatan. Duzgun anî ziman ku bo gava destpêkê ew bi mamosteyan re kom dibin, der barê bikaranîna tîryakê de agahiyan didin wan û got, “Paşî em encam û tespîtan bi wan re parve dikin. Di encama lêkoşînê me de aşkere bûye ku ji sedî 80 egera vê sistiya malbatan û pirsgirêkên aborî ye.”

‘EM DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN MALBATAN’

Duzgun bal kişand ku wek platform ew nikarin xwe bigihînin hemû malbatên bajêr, ew hewl didin di ser mamosteyan re xwe bigihînin malbatên xwendekaran û got, xebatên wan ên hişyarkirinê tenê bi dibistan û malbatan re sînordar namînin.

Duzgun da zanîn ku bi taybetî li derdora dibistanan ew ê perwerdeya pêhesandinê bi esnaf û ekîbên zabiteyê re bidomînin û weha axivî: “Plana me ew e ku em perwerdeya pêhesandinê bo hemû yekeyên Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ên derve, yekeya jin, ciwan û perwerdeyê û pêkhateyên têkildar ên civakê pêk bînin. Me materyal bo vê perwerdeyê amade kirine, em ê wan bi girseyên têkildar re parve bikin.”

...