Nasnameya 2 gerîlayên HPGê yên ku di pevçûnên 3 rojan de li navçeya Şemzînana Colemêrgê qewimî de jiyana xwe ji dest dan aşkere bû.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê nasnameya 2 gerîlayên di pevçûnên 8’ê mijdarê li herêma Xapuşkê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. HPG-NÇRê da zanîn ku di van pevçûnan de 13 leşker hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.
Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:
-Ezîz Nûrî, bi nasnavê Newzad Saqiz, li bajarê Saqizê ji dayik bûye
-Emîne Salmî, bi nasnavê Asrîn Denîz li Mêrdînê ji dayik bûye