Navçeya Haranê lehî: Kesek winda ye

Navçeya Haranê lehî: Kesek winda ye

Li navçeya Haranê ya Rihayê ji ber lehî rabû welatiyekî ku ket ber pêlên lehiyê winda bû. Li navçeyê ji ber lehiyê zirarên mezin pêk hatin.

Li navçeya Haranê ya Rihayê ji ber rabûna lehiyê, welatiyek winda bû û gelek zirarên aborî pêk hat. Piştî li navçeyê lehî rabû, welatiyek ket ber pêlên lehiyê û winda bû. Ji ber ku ji duh ve baran bariya û lehî rabû, welatiyek ket pêlên lehiyê û winda bû, gelek mal û kargerî di bin avê de man. Welatiyê bi navê Ahmet Çakir, duh dema diçû mala xwe ket ber pêlên lehiyê û winda bû.

Piştî Çakir winda bû xebatên lêgerinê hate destpêkirin. Li aliyê din gundên Selalmaz,Yayvandoruk, Meydankapi, Goktaş, Kazlikuyu, Uluagaç, Damlasuyu, Aslanli, Ayduştu, Cepkenlî, Çolpan û Karataş di bin avê de man. Hate zanîn ku, 9 maşîne winda ne.