Navçeya Dubiz di kontrola hêzên asayîşê de ye
Çeteyên ku danê êvarî êrîşî navenda polîsan û qeymeqamtiyê yên navçeya Dubiz a Kerkukê kirin hatin bêbandorkirin. Kontrola navçeyê car din ket destê hêzên asayîşê.

Berdevkê Asayîşa YNK’ê yê Kerkukê Akid Simko yê têkildarî êrîşên çeteyan agahî da ANF’ê diyar kir ku çeteyên êrîş pêk anîne bi temamî hatine bêbandorkirin û kontrola navçeyê car din ketiye destê hêzên asayîşê de.
Simko, anî ziman ku di pevçûnan de 6 polîsan jiyana xwe ji dest dane û got: “Pevçûnên piştî êrîşên çeteyan destpê kirin niha bi dawî bûne. Hemû çeteyên ku êrîş pêk anîn hatin kuştin. Di pevçûnan de şeş polîsên bi giranî birîndar bibûn şehîd ketin. Pevçûn bi dawî bûne û kontrol car din ket destê hêzên polîs û ewlekariyê.”