NAV-DEM: Çareserî di azadiya Ocalan de ye

Di encamnameya kongreya NAV-DEM’ê de hat diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo agirbesteke zexmkirî, destûra bingehîn a demeokratîk û rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê têkoşînê were xurtkirin.

NAV-DEM’ê di 22’ê Hezîrana 2015’an de li bajarê Elmanya Dortmûndê 2. Kongreya xwe ya asayî pêk anî.  Nêzî 700 delege beşdarî kongreyê bûn. Encamnameya kongreyê hat aşkerakirin.

Di encamnameyê hat gotin ku sala bihurî piştî kongreya damerandinê, ji aliyê qewimînan ve  pêvajoyeke gelek lezgîn destpê kiriye û hat gotin ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku ji aliyê desthilatdaran ve hat xwestin ku bê biteşekirin, bi destê Îslama siyasî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê hatiye afirandin.  Di dewama encamnameyê de hat gotin: "Armanc ev bû ku pêşî li modela jiyana alternatîf a bi pêvajoya  şoreşgerî ya li Rojava derketiye holê re, bê girtin.  Pisgirêka azadiyan a li Rojhilata Navîn mayînde bibû û bibû birîneke ku nayê girtin, pêngav bi pêngav ber bi çareseriyê de diçû, lê DAIŞ hat afirandin. Bi DAIŞ’ê re li her çar parçeyê Kurdistanê xwestin pêşî li dînamîzma lêgerîna azadiyê bê girtin. Li dijî van qewimînên dîrokî yên di encama têkoşîna jin û ciwanên Kurdistanê û dîsa têkoşîna hevpar a gelan de derketiye holê, di çareseriya pisgirêka azadiyan de bûye pêngavên girîng. Di heman demê de rêxistin û kesên şoreşger ên enternasyonalîst jî di vê têkoşînê de bi gelan re cih girtiye û hêza piştevaniya mezin afirandine." Di encamnameyê de hat diyar kirin ku ew azadiya Şengal, Kobanê, Girê Spî, yekbûna Kantonên Cizîr û Kobanê û serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de silav dikin.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agirbest û destûra bingehî a demokratîk de derbas dibe û wiha hate gotin:

"Di qada navneteweyî de di nêzîkatiyên li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê de guherînên cidî çêbûne. Û derfetên nû derketine holê. Di encamê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di bûyerên rû dane de encameke zelal derketiye holê. Têkoşîna parastina cewherî û têkoşîna siyasî, nîşanê hemû cîhanê daye ku pêşeroja azad gelek nêz e û dikare bê jiyîn. Mayîndebûna qezencên di salên dawî de hatine bidestxistin, girêdayê ku xebatên avakirina pergalê bi seketinê bê pêşxistinê ye.

Bi taybet ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn îsal salek têr û tije bû. Kurdên li Ewropayê dijîn li dijî komkujî û berxwedanên hatin jiyîn her tim li qada çalakiyan bûn. Ji aliyê hemû navendên civakî ve çalakî, kampanya hatin lidarxistin. Hemû bi berpirsyar nêz bûn."

TESPÎT Û BIRYAR

Di encamnameyê de bal kişandin ser van esasan: "Hatiye tespîtkirin ku avabûna zîhniyeta civaka demokratîk, di jiyaneke azad û demokratîk û şexs de derbas dibe û em wek civakên li Ewropayê dijîn dizanin ku ji bo di pergaleke demokratîk û azad xwe îfade bikin, perwerde û nasnameya xwe azad bijîn, divê xwe rêxistin bikin. Em hemû pêkhateyên NAV-DEM’ê di mijara ku civaka demokratîk li Ewropayê bê avakirinê de, li ser pirsgirêkên dertên, sekinîne. Di mijara çareseriyê de nirxandin hatine kirin. Hatiye gotin ji bo îdareyên herêmî bi awayekî xurttir xwe nîşan bidin, divê li herêman xwe bigihînin pergaleke rêxistina xurtir. Bi taybet her pêkhateyan kongre, konferans û komxebatên xwe kirine û di kongreya NAV-DEM’ê de amade bûn. Her pêkhateyê pirsgirêkên xwe derxistine holê û wek rêxistinek sîwaneya hevpar, ji bo bibin nasnameyeka rêxistinkirî, pirsgirêk û çaerseriyên wê nirxandine. Bi taybet jî di çarçoveya pisgirêkên pêşengiyê de, hatiye nirxandin ku beşdarbûneke kolektîf ya xurt bê kirin.

Yek ji mijarên din ku hatiye nirxandin pergala hevserokatiyê bû. Di nêzîkatiyên li dijî pergala hevserokatiyê de pisgirêkên zîhnî hatine nirxandin, ferasetên serdest ên mêr hatine rexnekirin."

Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku biryar hatiye girtin ku di serî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agirbset, destûreke bingehîn a demokratîk biryara têkoşînê hatiye girtin û got ji bo Navendên Civaka Demorkatîk ên Kurd baştir bibin wê xebatan berfirehtir bikin.

Her wiha hat gotin ku biryar hatiye kirin ku ji bo qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û nasnameya Kurd bê nasîn, têkoşîn were xurtkirin. 

Ji bo Hevserokatiyê jî Yuksek Koç û Fatoş Goksungur hatin hilbijartin.