Nasnameya şervanê YPG’ê yê Awûstralî hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê yê ji Awûstralyayê ku di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê yê ji Awûstralyayê ku di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê yê ji Awûstralyayê ku di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Di dîrokê de bi kîjan nasnameyê dibe bila be, mirovahî tim li derdora dirûşma azadî, wekhevî û aştiyê li hev kom bûne û li hember zext, çewisandin û zordariyê serî hildane. Bi hezaran salan dildarên azadiyê ji bo pêşerojek azad û aram bihêlin ji zarokên xwe re, li çar aliyê cîhanê di nava têkoşînê de bûne.
Gelê Kurd jî di vê têkoşîna pîroz a gelan de cih û rolek pir girîng lîstiye û dilîze. Ev hezaran sal in li ser erdê Kurdistanê şer û zexta hêzên despot û kujer kêm nebûye û gelê me yê hêja jî bêyî ku raweste tim li hember van hêzên tarî derketiye û ala têkoşînê tim bilind hildaye. Ji bo azadî û demokrasiya gelên cîhanê çi berdêl hatiye xwestin, bêu dudiliyê bijî daye. Mirov dikare vê têkoşîna gelê Kurd, weke têkoşîna herî dirêj û zehmet a dîroka mirovahiyê bi nav bike. Îro ala vê têkoşîna pîroz, li Rojavayê Kurdistanê, şervanên me yên YPG û YPJ hildane.
Ev têkoşîna hêzên me îro li tevahî cîhanê deng vedaye û ji hemû keç û xortên azadîxwaz re bûye hêvî û bawerî. Lewma ji çar aliyên cîhanê mirovên dilxwaz tên Rojava û dixwazin tevlî têkoşîna hevpar a gelan bibin. Ev kombûn û gihiştine hev, baş diyar dike ku mirovahî li ser heman mibdeyan, li ser heman pîroziyan dijî. Çiqas xêrnexwaz hebin jî, şervanên li ser van mibdeyan dimeşin di vê hêzê de ne ku derfet nedin van kes û derdorên dijminên gelan.
Me di vê têkoşînê de gelek şervanên hêja û leheng nas kirin. Pir kesên ku çand, ziman û jiyanê hev nas nedikirin, li derdora ala azadiya gelan de li hev kom bûn, hev nas kirin û mil bi mil li dijî tarîtiye şer kirin.
Yek ji wan lehengan jî rêhevalê me Bagok Serhet ango Reece Harding bû. Reece, 4’ê Gulanê 2015’an, bi armanca têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞ’ê hat Rojavaye Kurdistane. Navê Ashley Kent Johnston a ku hemwelatiye wî bû hilgirt û xwest bi hilgirtina bi vî navî, hêviya wî jî bi xwe re bide jiyandin.
Reece, kesayetekî jîr û zana bû. Di her kêliya xwe de bi berpirsiyar tevdigeriya. Li hember hevalên xwe hişyar bû. Ji bo parastina wan a hem jiyanî, hem jî leşkerî çi ji destê wî dihat dikir. Şer û operasyonên li hember çeteyan de jî bi hêrs û wêrekiya xwe coş û moral dida derdora xwe. Ev taybetmendî û hîn taybetmendiyên din a ku mirov bi gotinê nikare xilas bike hişt ku heval Bagok ango Reece, di demekî kin de di nava hevalan de bibe mînak.
Reece, piştî perwerdeya xwe xwest li eniyên şer cih bigire. Li ser vî esasî tevlî merheleya duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya 6’ê meha Gulanê hat destpêkirin bû. Li vir tevlî gelek operasyonên rizgarkirina gund û qadên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû. Di van operasyonan de bi moral û coşa xwe, bi werekî ya xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hember çeteyên xwînmij rolek pir girîng lîst.
Mixabin yek ji wan operasyonên ku derbên mezin li çeteyan hat xistin de, me hevrêyê xwe Reece şehîd da. Heval Bagok (Reece) 27’ê Hezîranê, di operasyona rizgarkirina gundê Mişêrfa ya ku dikeve sêgoşeya Reqa, Girê Spî û Kobanê de, di encama teqîna mayinekî de şehîd ketiye.
Şehadeta heval Bagok, me hemûyan xemgîn kir. Ji dûrketina hevrêyekî dilpak, rûken û xweşik hestên xemgîniyê bêhtir çi hest nikare ava bike jî. Lê em wekî hevrêyekî Bagok, vê xemgîniyê di pêkanîna armanc û fikrên hevrê Bagok û hemû şehîdên xwe de bikin hêz.
Em di serî de ji malbata şehîd Reece Harding (Bagok Serhed) û ji tevahî gelên me re sersaxiyê dixwazin. Em bi wesîleya şehadeta hevrê Reece de dubare aşkera dikin ku wê terorîstên DAIŞ’ê ser nekevin û ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin.ˮ
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Bagok Serhed
Nav: Reece HARDING
Navê Dayikê: Keith
Navê Bav: Michel
Cihê Jidayikbûnê: 31.08.1991 Awûstralya -Middle Swan
Dîroka Tevlîbûnê: 04.05.2015 Cizîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-6-2015 Mişêrfa (di navbera Ayn Îsa û Silûk de)