Nasnameya kesên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dayîn aşkera bû

Nasnameya kesên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dayîn aşkera bû

Nasnameya 8 kesên duh şev di teqîna li Dîlokê jiyana xwe ji dest dayîn hatin aşkera kirin.

Duh şev li nêzî Navenda Polîsan ya Karşiyaka ya li navçeya Şehîd Kamil ya Dîlokê wesayîtekî tejî teqemenî teqiya û 8 kesan jiyana xwe jidest da, di nav de 9 giran birîndar 66 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê di demjimêrên dereng yên şevê de xirbe rakirin. Xebatên vekolîn rakirina xirbeyan bidawî bû. 8 kesên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dayîn nasnameyên wan hatin aşkera kirin. kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn evin: Onûr Fikret Aker (21), Duygu Aker (22), Almîna Melîsa Aker (1), Silêman Alkan (3), Sevgî Gulperî Înanç (11), Davût Adak (31), Safî Canbaş (48) û Îsmaîl Daler (30).