Nasnameya gerîlayekî hat aşkerakirin
HPG'ê nasnameay gerîla Îsmaîl Kaya (Destan Serhat) ê li Giyadînê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
HPG'ê nasnameay gerîla Îsmaîl Kaya (Destan Serhat) ê li Giyadînê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayê li Giyadînê jiyana xwe ji dest da bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 12'ê Tebaxê de, gerîlayên me li hemberî qereqola li navenda navçeya Agirî Giyadînê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya ku ji 2 baskan ve hat kirin de, baskê 1. nizamiya jendermeyan, baskê 2. jî kulûbeya leşker tê de bûn û avahiya emniyetê hedef girtin. Di şer de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di vî şerî de hevalê me Destan Serhat (Îsmaîl Kaya) şehîd ket.
2 ciwanên Kurdistanî yên li Giyadînê hatin qetilkirin, ti eleqeya xwe bi hêzên me yên HGP'ê û yekîneya me ya çalakiyê re nîne. Ciwanên li firinê dixebitîn e."
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da:
Nasnav: Destan Serhat
Nav paşnav: Îsmaîl Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Sehernaz-Mehmet
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê. 12'ê Tebaxa 2015 / Agirî