Nasnameya gerîlayeke jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
HPG'ê da xuyakirin ku gerîlaya YJA Starê Sumeyya Abbas (Nûda Botan) a li ber ava Zê ket jiyana xwe ji dest da.
HPG'ê da xuyakirin ku gerîlaya YJA Starê Sumeyya Abbas (Nûda Botan) a li ber ava Zê ket jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayeke jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 19'ê Gulanê de, tîmeke me ya ji hevalên jin dema li herêma Zapê bi erka xwe radibûn, xwestin ava Zê derbas bikin û rêya xwe dewam bikin. Ji bo vegerandina hevalên ji ber rabûna avê di nava çem de zehmetî dikişandin hevala me Nûda Botan bi hêstirekî barkirî da nava avê. Lê li ber avê ket û şehîd ket."
JI BO ABAK LI QADÊN GERÎLA MERASÎM HATIN LIDARXISTIN
HPG'ê diyar kir ku ji bo gerîlaya YJA Starê Abak, li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîm hat lidarxistin û hat gotin, "Ji bo hevala Nûda Botan a li herêma me ya Zapê jiyana xwe ji dest da, di 21'ê Hezîranê de merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de tevî malbata hevala Nûda, ji fermandarên YJA Starê Eyrêhan Jînda, Kurdistan Mardîn, Medya Mawa û ji fermandarên HPG'ê Xelîl Qamişlo û Milîtan Efrîn amade bûn.
Di merasîmê de ji fermandarên YJA Starê Eyrêhan Jînda, bav û apê wê axivîn.
Hevala me Nûda bi fedekariya xwe ji xebatên pratîkî re pêşengî dikir. Tevî ku nêzî saleke beşdar bûye jî, weke gerîlayeke jin zor û zehmetiyên heyî ji holê rakir, di demeke kurt de pêwîstiyên têkoşînê bicih anî û bi awayekî aktîf tevlî xebatê bû. Ji rewşeke bêbext a nehat hêvîkirin gihîşt şehadetê. Ev şehadet her çend me diêşîne jî temînata gelên men HPG û YJA Star wê bi hêza ji şehîdên xwe werdigire re, ji bo xwegihandina armancên azadiyê, bikeve nava hemû hewldanan."
Nasnameya gerîlaya YJA Starê ya jiyana xwe ji dest da:
Sumeyya Abbak bi nasnav Nûda Botan, li Şirnexê ji dayik bû, di 19'ê Gulana 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.
