Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî pevçûna 22’ê Cotmehê ya li Amedê agahî dan û aşkera kir ku, di vê pevçûnê de hêjmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelal kirin. HPG-NÇR ragihand ku, di pevçûnê de gêrîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê pevçûna li Amedê ragihand ku, “22’ê Mijdarê de di demjimêr 20.30’an de li ser riya Çewlik-Amedê li nêzî Gundê Fîsê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye, her wiha herêma pevçûnê heta demjimêr 24.00’an bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin. Di encama vê pevçûnê de hêjmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, rêhevaleke me jî gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gêrîlayê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Şervan Fîdanten bi nsanav Çiya ji Lîce/Amedê