Nasnameya 8 şervanên YPG'ê hate eşkerekirin

YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe yên li Şedadê û Til Temirê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê di 26'ê Mijdara 2016'an de êrîşî gundê Ebû Fas ê Şedadê kiribûn. Hejmareke zêde ya çeteyan tevî maşînên zirxî bi 5 baskan êrîşî 4 nuqteyên hêzên me kiribûn.

Hêzên me di cih de bersiv dabûn û li ser vê yekê li her çar nuqteyan, şerekî dijwar ê sînge sîng qewimî bû. Di encamê de hemû êrîşên çeteyan hatibûn şikandin. Li gundê Ebû Fasê, 6 şervanên me yên bi lehengî şer kirin û êrîşên çeteyan şikandin, şehîd bûn.

Roja 26'ê Mijdarê jî, li bajarê Til Temirê 2 hevalên me dema bi erka xwe radibûn şehîd bûn.

Weke YPG û YPJ em ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û her tim şopdarên têkoşîna wan bin."

Nasnameya şervanan bi vî rengî ye:

Nasnav: Bager Serhed
Nav paşnav: Mevlut Yilmaz
Navê dayikê: Naciye
Navê bav: Yûsûf
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Cih û dema şehadetê: Til Temir / 26.11.2016

Nasnav: Brûsk Rohilat
Nav paşnav: Rêzan Îbrahîm
Navê dayikê: Selma
Navê bav: Abdullah
Cihê ji dayikbûnê: Amûdê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016

Nasnav: Çekdar Rojava
Nav paşnav: Şahîn Şakîr
Navê dayikê: Nûrhan
Navê bav: Saîd
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016

Nasnav: Dilşêr Wan
Nav paşnav: Haci Sîhet
Navê dayikê: Keşke
Navê bav: Halît
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Cih û dema şehadetê: Til Temir / 26.11.2016

Nasnav: Diyar Hesekê
Nav paşnav: Seyîd Mihemed
Navê dayikê: Hamdiye
Navê bav: Salîh
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016

Nasnav: Ezîz Hesekê
Nav paşnav: Abdulezîz Ferhan
Navê dayikê: Sarya
Navê bav: Mahmûd
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016

Nasnav: Şahîn Qamişlo
Nav paşnav: Elî Elxelef
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Mihemed
Cihe ji dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016

Nasnav: Zinar Agirî
Nav paşnav: Îdrîs Şakir
Navê dayikê: Nura
Navê bav: Seyîd
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, gundê Ebû Fas / 26.11.2016