Nasnameya 6 welatiyên di êrîşa Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan diyar bû

Ji 10 welatiyên ku di êrîşa hovane ya bombeyi de ku îro li Qamişlo rû da welatiyên jiyana xwe ji dest dane, navên 6 kesan hat diyarkirin.

Ji 10 welatiyên ku di êrîşa hovane ya bombeyi de ku îro li Qamişlo rû da welatiyên jiyana xwe ji dest dane, navên 6 kesan hat diyarkirin.

Di êrîşa ku îro saet di 09.20’an de li Taxa Enteriyê ya Qamişlo, di navbera herêma Sînaa û avahiya Asayîşa Qamişlo de pêk hat, endamekî Asayîşê, zarokek û 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 56 kes jî birîndar bûn.

Ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane, navên 6 welatiyan diyar bû. Ji bo diyarkirina navên welatiyên din jî xebat didomin.

Navên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

1 – Elî Ebdulezîz Ebdulah ê ji gundê Til El-Deheb,

2- Ehmed Şêxmûs Wanikî,

3- Rewan Bedran,

4- Behcet Îsmaîl Ebdulezîz

5- Îsam ê paşnavê wî ne hat zanîn

6- Şerîf Kurdî yê ji Kobanê