Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, di pevçûna 16’ê Mijdarê ku sê rojan li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê dom kir de 4 gêrîlayan jiyana xwe ji dest û nasnameyên wan aşkera kirin.
HPG-NÇR’ê bibîrxist ku, “Di pevçûna 16’ê Mijdarê ku bi operasyona artêşa Tirk ya dagirker li bejahiya navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ku 3 rojan dom kir de beriya vê me têkildarî pevçûnan agahî dabû û ji raya giştî re ragihand dibû ku, 38 leşker hatine kuştin û helîkopterekî skorsky hatiye xistin, her wiha 2 rêhevalên me şehîd ketine û ji 3 rêhevalên me jî agahî nayê girtin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Di encama lêkolînên me yên hatine kirin de, ji dervey 2 rêhevalên me yên di pevçûnê de şehîd ketibûn, ji 3 rêhevalên me yên agahî jê nedihatin girtin 2 ji wana şehîd ketine. Rêhevalê me yên din jî ku agahî jê nedihat girtin gihaye yekîneyên xwe.”
Gêrîlayên ku di pevçûnên navber dîrokên 16-19’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Mehmet Can Gulbeden bi nasnav Behcet Urfa ji Sêwerek Riha
Mehmet Amaç binas nav Berxwedan Zagros ji Pirsûs-Riha
Meryem Brukîmîlan binas nav Rozerîn Serdem ji Mako
Xwedêda Ehmedî binas nav Tofan Firat ji Mako