Nasnameya 3 şervanan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapememeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Destanên lêhengiyê yên şervanên azadiyê dinivîsînin di dîroka mirovahiyê de deng vedide. Ew şervanên ku hiştin dawiyê li tarîtiye terorê were û gelê herêmê bi tevahî bigihe azadiya xwe. Van şervanan ji bo vê armanca pîroz canê xwe feda kirin û jiyanek nû afirandin.
Îro dîsa em sê lehengên xwe yên têkoşer tevlî karwanên şehîdan dikin. Her sê hevalên me yên leheng heya deqeya dawiyê jî bi tekoşîna xwe kelemek bû di çavên teror û faşîstan de. Ji bu vîna azad xwe kirin finda şeva tarî û bi têkoşîna xwe rêya azadiyê neqişandin.
Yek ji van lehengên şoreşger jî rêheval Mazlum Aktaş (Halîl Aksakal) ê hemwelatiyek Ereb bû. Heval Mazlum, ji bo biratî û pêşeroja azad a gelan mîna Denîz Gezmîşan, mîna Serkan, Oguzhan û Sarya yan, mîna Bagok, Kemal û Gelhatan heya dilopa xwîne xwe ya dawî di têkoşîne de bi israr bû.
Windakirina Şehîd Mazlum yê demek dirêj e di nav têkoşîna YPG’ê de cih girti bû ji bo me xemgîniyek mezin e. Şehîd Mazlûm ê ji berxwedaniya Til Elo heya Til Koçer, ji Şengal heya Pêngava Fermandar Rûbar, hemû şerên dijwar ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girt û rolek mezin di van şeran de lîst. Ji bo azadkirina Rojavayê Kurdistanê wek hemwelatiyek Ereb bi dil û can têkoşîn meşand.
Em ji windakirina rêhevalên wiha giranbûha çiqas êşek mezin bibîhizin jî, di şopandina rêya wan de jî ewqas bi israr in. Rêheval Mezlum, Hogir û Ferhad wê bibin pêşengên têkoşîna me û bîranîna wan di her keliyê de bijîn.
Em di şexse van her 3 hevalan de ji bo hemû gelê Ereb, Kurd û mirovahiyê, bi taybet jî malbatên şehîdan re sersaxiye dixwazin.
Nasnameyên şervanan wiha ne
Nasnav: Mazlûm Aktaş
Nav: Halîl Aksakal
Navê dayikê: Nahîda
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê : Tirkiye Antakya
Cih û dîroka şehadetê : 18-6-2015 Silûk
Nasnav: Ferhad Kor Dede
Navê dayikê: Halîda
Navê bav: Sînan
Cihê jidayikbûnê: Qazika
Cih û dîroka şehadetê: 16-6-2015 Kobanê -gundê Serzorî
Nasnav: Hogir Civyan
Nav: Teyfur Karay
Navê dayikê: Edîbe
Navê bav: Tayhan
Cihê jidayikbûnê: Gever
Cih û dîroka şehadetê: 6-4-2015 Nexweşxana Şamê