Nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.

Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin."

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn.

Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Abdûllah Yildiz bi nasnav Şahîn Çiya di sala 1978'an de li navçeya Êlih Kercewsê ji dayik bû, di sala 1993'an de tevlî bû, di 1'ê Cotmeha 1994'an de li Gap/Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Abdûrrahman Ûgûr bi nasnav Sûat Karker, di sala 1976'an de li navçeya Êlih Kercewsê ji dayik bû, di sala 1991'ê de tevlî bû, di 6'ê Hezîrana 1994'an de li Girena Rizê / Zagrosê jiyana xwe ji dest da.

Bahattîn Yalçin bi nasnav Xebat Sîlvan, di sala 1973'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû, di sala 1991'ê tevlî bû, di sala 1992'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.

Barzan Tapo bi nasnav Rojger, di sala 1977'an de li Berwarî ji dayik bû, di sala 1992'an de tevlî bû, di 23'ê Tîrmeha 1993'an de li Garzanê jiyana xwe ji dest da.

Bîlal Guney bi nasnav Şoreş, di sala 1978'an de li Kerboranê ji dayik bû, di sala 1992'an de tevlîbû, di 22'ê Sibata 1997'an de li Cûdî / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Kasim Kaya bi nasnav Nûman, di sala 1980'î de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Deşta Qûbîrê / Garzan jiyana xwe ji dest da.

Mahmût Aratemîr bi nasnav Êrîş, di sala 1974'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Hezo tevlî bû, di sala 1994'an de li Kalanîs / Sêrtê jiyana xwe ji dest da.

Maşallah Kunkul bi nasnav Şîlan Gercuşlu, di sala 1978'an de li Kercewsê ji dayik bû, di sala 1992'an de tevlîbû, di sala 1996'an de li Heftanîn / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Nevzat Tûrgût bi nasnav Kawa, di sala 1973'an de li Êlihê ji dayik bû, di 16'ê Gulana 1995'an de ji Stenbolê tevlî bû, di sala 1997'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Sacîde Kazikçi bi nasnav Dîlan Zana, di sala 1978'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Kercewsê tevlî bû, di sala 1998'an de li Bajerge jiyana xwe ji dest da.

Sûltan Tekîn bi nasnav Rûken Cûdî, di sala 1975'an de li Kercewsê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Mêrdînê tevlî bû, di 16'ê Gulana 1997'an de li Şikefta Birîndaran / Zapê jiyana xwe ji dest da.

Şukran Aslan bi nasnav Têkoşîn, di sala 1975'an de li Kercewsê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Kercewsê tevlî bû, di sala 1995'an de li Cûdî / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Tekîn Dalmiş bi nasnav Egîd, di sala 1974'an de li Hezo ji dayik bû, di sala 1992'an de li Hezo tevlî bû, di sala 1996'an de li Mereto / Garzanê jiyana xwe ji dest da.

Yasîn Sevîm bi nasnav Azad, di sala 1971'ê de li Hezo ji dayik bû, di sala 1993'an de tevlî bû, di 20'ê Tebaxa 1994'an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.

Mahmût Yogûrtçûoglû bi nasnav Baran, di sala 1978'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Gabarê tevlî bû, di sala 1995'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Cemal Saran bi nasnav Zinar, di sala 1973'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Besta tevlî bû, di 8'ê Tîrmeha sala 1995'an de li Herekolê jiyana xwe ji dest da.

Davût Erzen bi nasnav Şoreş, di sala 1973'an de li Dihê ji dayik bû, di 14'ê Nîsana sala 1993'an de tevlî bû, di 1'ê Gulana 1994'an de li Gabar / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Hadîka Karataş bi nasnav Bêrîvan, di sala 1973'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1993'an de tevlî bû, di 25'ê Nîsana 1997'an de li Çaçe jiyana xwe ji dest da.

Hasan Aşkara bi nasnav Mahsûm, di sala 1975'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Sêrtê tevlî bû, di sala 1998'an de li Heftanîn / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Îsmalî Yilmaz bi nasnav Rizgar, di sala 1974'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1992'an de tevlî bû, di sala 1995'an de li Cûdî / Botanê jiyana xwe ji dest da.

Nevzat Oner bi nasnav Xebatkar, di sala 1972'an de li Dihê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Çelê tevlî bû, di 21'ê Gulana sala 1997'an de li Geliyê Elenûş ê Heftanînê jiyana xwe ji dest da.