Nasnameya 2 şervanên înternasyonal hate eşkerekirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe yên Amerîkî û Elman, ku di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe yên Amerîkî û Elman, ku di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya meclîsê de hat ragihandin, her du şervanên înternasyonal ji ber bomberdûmana dewleta Tirk li rojavayê Minbicê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê re di Hezîrana 2016’an de, li kêleka şervanên ereb, kurd û turkmen ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gelek dilxwazên înternasyonal beşdarî şerê rizgarkirina Minbicê bibûn. Ji bo wan dilxwazên ku ji her çar aliyên cîhanê dihatin qutkirina rêya terora DAIŞ`ê ku ji Minbicê ber bi Tirkiyê û piştre derbasî Ewropayê dibû xwedî girîngiyek mezin bû. Ew hazir bûn ji bo serketina operasyona Minbicê canê xwe feda bikin. Ji wan dilxwazên înternasyonal sê şervanên Amarîkî, şervanekî Brîtanyayî û şervanekî Slovenyayî şehîd bûn û navê xwe li rex hêzên azadîxwaz yên Rojhilata Navîn, li gel hêzên Minbicê, di dîrokê de qeyd kirin.

Piştî rizgarkirina Minbicê gelek dilxwazên înternasyonal ji xwe re hilbijartibûn ku di hundir û derdora bajar bimînin û alîkariya hêzên herêmî yên Minbicê bikin. Bi taybetî di dema ku hêzek dagirker ketibû sehneya şerê li Sûriyeyê, wan şervanan ku zilm û terorê tehemul nekiribûn, nedikarîn dagirkeriya artêşa Tirk li ser bakurê Sûriyeyê jî qebûl bikin. Robîn Agirî û Zana Ciwan ji yekem şervanên înternasyonal bûn ku bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Minbicê sekinîn û bi israra xwe beşdarî berxwedana li dijî artêşa dagiker a Tirk û çeteyên wê bûn.

Robîn Agirî, bi navê rast Michael Israel, ji eyaleta Kalîforniya ya Amarîka bû û di Tîrmeha 2016 beşdarî şoreşa gelên Sûriyê bibû. Robîn di axaftinê xwe de wiha digot: 'Li Rojava û bakurê Sûriyeyê şoreşa gelan ji bo azadiyê heye. Ez ji bo parastina vê tekoşîna pîroz hatime û ez ê li hember dijminên wê şer bikim.'

Zana Ciwan ciwanekî ji Elmanya bû, navê wî yê rast Anton Leschek bû. Zana di Îlona 2016 tevlî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû. Zana digot: 'Şerê li Rojava û bakurê Sûriyê ji bo min şerekî rast û watedar e. Ji ber îradeya gelên vir ne zilm û desthilatê qebûl dike ne jî tirs û terorê. Ez ê heta kêliya dawiyê piştgiriya vê şoreşa demokratîk bikim.'

Her du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 26’ê Mijdarê dema ku li hember êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li rojavayê Minbicê li ber xwe didan û şer dikirin di encama êrîşa balafirên şer yên artêşa Tirk gihiştin şehadetê.

Nasnameya şervanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Robîn Agirî
Navê Rast: Michael Israel
Navê Dayikê: Jennifer
Navê Bav: Michael
Cihê ji dayikbûnê: Lodi, California
Dem û cihê şehadetê: 26-11-2016 / Minbic

Nav û Paşnav: Zana Ciwan
Navê Rast: Anton Leschek
Navê Dayikê: Tatjana
Navê Bav: Heinz
Cihê ji daykibûnê: Bielefeld, Germany
Dem û cihê şehadetê: 26-11-2016 / Minbic"