Nasnameyên du gerîlayên HPG’ê yên ku 14’ê cotmehê li Geliyê Zapê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyekê de jiyana xwe ji dest dan aşkere bû.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê, nasnameyên du gerîlayên HPG’ê yên ku 14’ê cotmehê li Geliyê Zapê jiyana xwe ji dest dabûn, aşkere kir.
HPG-NÇR’ê ev agahî da: “Di 14’ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemergê li herêma Geliyê Zapê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên zirxî hatibû rûxandin, 2 wesayit texrîp bibû, 25 leşker hatibû kuştin ji 10’an zêdetir leşker jî birîndar bibû. Herweha me dabû diyarkirin ku di van pevçûnan de du rêhevalên me gihîştibûn şahadetê.”
Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Mahmût Kiraç bi nasnavê Azad, cihê jidayikbûnê: Semsûr
-Savaş Okûdûcû, bi nsanavê Bahoz Xanî, cihê jidayikbûnê: Konya (Bi eslê xwe ji Amed ye)