Nasnameya 10 şervanên jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedanan Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 şervanên YPG/YPJê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Berxwedana bêhempa ya yekîneyên me ya li Kantona Cizîrê û Kobanê navê xwe di rûpelê dîrokê de nivîsand.
Yekemîn armanca vê berxwedanê parastina nirxên mirovahî û yekîtiya pêkhateyatên me ye. Di van hemleyan de yekîneyên me gelek cihê stratejîk ji dijminê mirovahiyê girtin. Vê berxwedanê de ku derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatiye xistin, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî her roj zedetir deng vedide.
Yek ji wan serketinan jî serketina standina bajaroka Silûk û derdorê vê bû. Piştî standina bajarokê Silûk, hêzên me dema ber bi Girê Spî de diçûn, li gundê Til Mihêsina de pevçunên gelekî dijwar rû dan. Piştî van pevçûnan hêzên me gund ji çeteyan stendin. Di van pevçûnan de 7 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê.
Dîsa di şerê Silûkê de rêhevalekî me ku bi heman lehengiye têdikoşiya jî xwe gihand asta nemiran.
Em cudayî wan 8 hevalan, nasnameya 2 rêhevalên me yên ku di cih û demên cuda de gihiştibûn şehadete jî parve dikin.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin.ˮ
Nasnameya şervanên YPG/YPJ’ê wiha ye :
Nasnav: Arîn Tekîn
Nav: Emîne Demîr
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Salih
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Rûbar Uzim
Nav: Nesîm Taşkan
Navê dayikê: Helîm
Navê bav: Mihemed Emîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Cih û dîroka şehadetê 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Têkoşîn Dêrsim
Nav: Terfa Coqo
Navê dayikê: Şikriya
Navê bav: Remdan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Zîlan Înan
Nav: Kubra Polat
Navê dayikê: Fehîma
Navê bav: Ednan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Baran Barî
Nav: Şahîn Olubay
Navê dayikê: Gulçîn
Navê bav: Toran
Cihê jidayikbûnê Bedlîs
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Bawer Jiyan Amed
Nav: Şahabettîn Say
Navê dayikê: Ayşa
Navê bav: Mihemed Beşîr
Cihê j dayikbûnê: Farqîn – Duzolan
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Ûzgur Doxan
Nav: Nuredîn Albayrek
Navê dayikê: Kudret
Navê bav: Omer
Cihê jidayikbûnê : Qeres
Cih û dîroka şehadetê: 7-6-2015 Serêkaniyê- Til Mihêsina Xerbî
Nasnav: Cimşîd Qamişlo
Nav: Mihemed Elo
Navê dayikê: Delal
Navê bav: Cemal
Cihê jidayikbûnê : Qamişlo – Hilêliyê
Cih û dîroka şehadetê: 17-6-2015 Silûk
Nasnav: Laşer Amed
Nav: Mustefa Torkay
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Ebdulah
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: 8-3-2015 Til Temir
Nasnav: Şêrzat Diyarbaz
Nav: Abdulqadir Dorgun
Navê dayikê: Gurbet
Navê bav: Abdulbuhar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: 20- Tebax -2013 Çilaxa -Sikeriyê