Nasnameya 22 Qurbaniyên Fermana Şengalê eşkere bûn

Bi hezaran Êzidî di Fermana 2014’an de li Şengalê, di encama êrîşên DAÎŞ’ê û xiyaneta PDK’ê de, hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Hikûmeta Iraqê ji sala 2019’an ve dest bi vekirina van goran kiriye, lê heta niha temam nekiriye.

Heta niha 93 gorên komî hatine aşkerakirin û dîtin, ji van 55 gor hatine vekirin û 38 jî li benda vekirinê ne.

Ji gorên vekirî 750 cenaze hatine derxistin, nasnameya 264 kesan hatine diyarkirin, lê belê nasnameya 485 kesan hê jî nehatiye eşkerekirin û li Tiba Edlî ya Bexdayê ne.

Di demên dawî de, bi rêya Testa DNA'yê, Rêveberiya Tipa Edlî ya Bexdayê nasnameya 22 kesên din ên ji van 750 cenazeyan eşkere kir. Tê payîn ku cenazeyên van kesan di 12’ê Tebaxê de radestî malbatên wan werin kirin.

Ji van 22 kesan 4 jin û 18 mêr in. 10 kes ji gundê Koço yê Şengalê ne, 2 ji nahiya Tilizêr, 2 ji Qinê, 2 ji Solax, 2 jî ji Hemedan û Herdanê ne û 4 jî ji gundên derdora Şengalê ne.

Cenazeyên wan wê di 12’ê Tebaxê de ji Mûsilê werin girtin. Merasîma giştî ya bibîranîna wan wê di 13’ê Tebaxê de ji bo wan were lidarxistin. Di merasîmê de wê wesîqeyên şehadeta wan radestî malbatên wan werin kirin û wê bi rêzgirtin werin veşartin.