Narîn: Ez û kurê xwe hevrê bûn

Di salvegera şehadeta Alî Narîn (Dilşad Amed) de mewlûd hate xwendin. Dilşad Amed di 15’ê Tebaxa 2014’ an de li Rojavayê Kurdistanê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi çalakiyeke fedayî gihabû asta şehadetê.

Di salvegera şehadeta Alî Narîn (Dilşad Amed) de mewlûd hate xwendin. Dilşad Amed di 15’ê Tebaxa 2014’ an de li Rojavayê Kurdistanê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi çalakiyeke fedayî gihabû asta şehadetê.

Merasîma bîranînê bi xwendina mewlûd û Qurana pîroz û bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê Ziya Pîr û Nametulah Eroglu, hevserokên DBP û HDP, DIYA DER, MEYA DER, Hevşaredarên Rezan, Hevşaredarên Sûrê û gelek welatiyên Sûrê tevlî merasîmê bûn.

Her wiha li ser navê malbata Narîn dayika wî Belîse Narîn û bavê wî Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn amade bûn.

Di bîranînê di serî de dayika Alî Narîn Belîse Narîn axaftin kir. Di axaftinê de Dayik Narîn xêrhatina hemû mêvanan kir û got, “Ez we tevan spas dikim ku we di vê rojê de em bi tenê nehiştin.” Narîn behsa têkiliya xwe ya bi kurê xwe re kir û wiha got: “Em ne wekî kur û dayikan lê wekî hevalan wekî rêhevalan bûn. Dema ku Elî xatir ji min xwest wiha got: ‘Divê gelê me li Rojava xwe bi tenê nebîne. Divê em piştgiriyê bidin wan.’ Her wiha got, ‘Dayê ez dizanim ti miroveke bihêz î û çi dibe bila bibe divê ti jî têkoşîna xwe berdewam bikî.’”

Piştî axaftina dayika Narîn Hevserokê Rêxistina DBP’ê Alî Şîmşek û parlamenter Nametulah Eroglu jî axaftin kirin. Di axaftinan de girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê û tevlîbûna ciwanên Kurd ên şoreşa ku bi ciwanan destpê kir hate ziman. Her wiha Şîmşek di axaftina xwe de li ser rewşa ku îro em têre derbas dibin rawestiya. Her wiha pêngava fermandar Egîd 15’ê Tebaxê jî hate pîrozkirin.

Parlamenter Eroglu jî di axaftina xwe de wiha got: “Bi rastî mirov li hember gotin û vîna vê dayikê bêzar dimîne û ew cihê serbilindahiyê ye.”

Her wiha bi navê malbatên şehîdan, rêbeverê MEYA DER’ê jî axaftinek kir.

...