Namzetên HDP'yî bi dikandaran re dest bi rojê kirin

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr ê rêza yekemîn û Ziya Çalişkan ê rêza pêncemîn, danê sibehê qehweya karkeran a li Kolana Asfaltê ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr ê rêza yekemîn û Ziya Çalişkan ê rêza pêncemîn, danê sibehê qehweya karkeran a li Kolana Asfaltê ziyaret kirin. Li gel sohbeta bi gel re namzetan bi dikandaran re dikanên wan vekirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr ê rêza yekemîn û Ziya Çalişkan ê rêza pêncemîn, danê sibehê qehweya karkeran a li Kolana Asfaltê ziyaret kirin. Baydemîr û Çalişkan di ziyareta xwe ya saet di 06:30 de, bi welatiyên li karê înşaetê dixebitin re sohbet kirin.

Baydemîr bal kişand ser pirsgirêkên karker û dikandaran û anî ziman ku herî zêde Riha fatûreya polîtîkaya derve ya hikûmetê dide. Baydemîr got, "Em ê li Enqereyê bibin berdevkê karker, kedkar, xizan bi giştî 2 mîlyon mirovên li vê herêmê. Em îro li vir in, piştî 8'ê Hezîranê jî em ê li vir bin."

Baydemîr û Çalişkan ên ku ji qehweya karkeran derkein, alîkarî dan dikandaran ku derabeyên dikanên xwe vedikirin. 

Baydemîr dûre silav da penaberên ku ketibû rêya wergirtina nan û got, "Dawiya her tarîtiyê ronahî ye."

Namzetên HDP'yî dûre derbasî bazara li navenda bajêr bûn û li vê derê ji aliyê Serokê Komeleya Komîsyonên Zebze û Fêkî ya Rihayê (ŞASEMKOM) Farûk Akbaş ve hatin pêşwazîkirin. Namzetan ji esnafên li bazarê alîkarî xwestin.

Baydemîr û Çalik piştî sohbeta bi gelê li bazarê re çûn firina li nava halê. Baydemîr got, "Em hêvîdar in ku em ê nanê aştî û biratiyê lêxin. Aştî hebe tehma nan wê xweştir be."

...