Namzetên HDP’ê çûn serdana Sûryaniyên di greva birçîbûnê de
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bi munasebeta 100. salvegera qirkirina li ser gelê Sûryanî pêk hatiye, hatibû destpêkirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bi munasebeta 100. salvegera qirkirina li ser gelê Sûryanî pêk hatiye, hatibû destpêkirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê çûn serdana çalakiya gireva birçîbûnê ya bi munasebeta 100. salvegera qirkirina li ser gelê Sûryanî pêk hatiye, hatibû destpêkirin.
Komîteya Seyfo bi munasebeta 100. salvegera Qirkirina li ser gelê Sûryanî bi dirûşma, ‘Ji bo 100. Salvegerê, 100 saet’ li navçeya Midyad a Mêrdînê greva biçîbûnê da destpêkirin û grev di roja sêyemîn de didome. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Prof. Dr. Mîthat Sîncar, Erol Dora, Mehmet Alî Aslan û Enîse Guneylî û rêveberên HDP-DBP’ê çûn serdana çalakgeran.
Çalakgerên li avahiya Federasyona Komeleya Sûryanî (SUDEF) di grevê de bûn, HDP’î li ber derî pêşwazî kirin.
Serokê Giştî yê SUDEF’ê Evgîl Turker, got ku ev sê roj e sazî, gel û namzetên HDP’ê piştgiriyê didin wan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Hevserokê HDP’a Mêrdînê Musa Alkan anî ziman ku xaka Mezopotamyayê gelek bawerî û gelan digire nav xwe û komkujiyên li hemberî gelê Sûryanî şermezar kir.
Namzet Prof Dr. Mîthat Sîncar jî got ku komkujiya di 1915’an de li kesên ne Misilman hatiye kirin, qirkirinek mezin e.
Namzet Gulser Yildirim jî diyar kir xwişk û biratî ne bi gotinên hikûmetan, bi nasnameya jiyanek azad û hiqûqa wekheviyê dikare bê jiyîn.
Hevseroka DBP’a Midyatê Nîlgun Toprak, nûnerê HDP’ê yê navçeyê Kadrî Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Midyatê Cemal Bektaş û Hevşaredarê Kercosê yê berê Esat Uner beşdarî çalakiyê bûn û dest bi grevê kirin.
Grev roja Înê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê wê bi dawî bibe.