Namzetên HDP’ê çûn serdana 7 saziyên sivîl

Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê yên Wanê di çarçoveya xebata xwe ya hilbijartinê de çûn serdana 7 saziyên sivîl.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê di çarçoveya xebata xwe ya hilbijartinê de çûn serdana 7 saziyên sivîl.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yên Wanê Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler, Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe û Yelîz Zozan Yildirim, Hevşeroka HDP’ya Wanê Derya Hayva, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana Navenda Çandê ya Nûda, Mal-Per, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, Odeya Ajokar û Otomobîlvanên Wanê, Yekitiya Nojdaran,  Serokatiya Baroya Wanê û TMMOB’ê.

PÊŞÎ ÇÛN SERDAN NAVENDA ÇANDÊ

Namzetên HDP’ê pêşî çû serdana Navenda Çandê. Ji namzedên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan axivî û diyar kir ku partiya ku wê aştiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye. Botan bal kişand ser girîngiya xebatên çandê yên li hemberî bijaftin û asîmîlasyonê.

Heyet piştre çû serdana Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê (MAL-PER) û bi mamoste û xwendekaran re sohbet kirin. Heyeta HDP’ê piştî MAL-PER’ê çû serdana NÇM’ê. Ji namzetên HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler axivî û da zanîn dema ew şaredara Rezan bûn, wê pêşekî da bû Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê û bal kişand ser girîngiya malên perwerdeyê.

RÊVEBERÊN ÎHD’Ê YÊN WAN HEYETÊ BI QÛRNEFÎLÊN SPÎ PÊŞWAZÎ KIRIN

Heyeta namzetan piştre çû serdana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê. Serokê ÎHD’ya Wanê Murat Melet û rêveberên ÎHD’ê heyetê bi qurnefîlên spî pêşwazî kirin. Melet dilxweşiya xwe ya ji bo serdanê nîşan da.

Heyeta HDP’ê piştre çû serdana Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvan Mehmet Emîn Tugrul ê ku beriya şeş mehan hatibû girtin û paşê serbest hate berdan. Tugrul da zanîn ew ku di encama sucdarkirineke bê bingeh de hate girtin û piştî ev yek aşkera bû, serbest hatiye berdan. Tugrul bal kişand ser rola HDP’ê ya di hilbijaritinê de û weke partiya kilît bi nav kir. Tugrul da zanîn ku wê HDP aştî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.

Piştî Tugrul namzeta HDP’ê ya Wanê Yurdusever Ozsokmenler axivî û diyar kir ku ew ê bi dînamîkên herêmî û xwecihî re tevigerin û welêt bikin welatekî demokratîk.

Heyet piştre çû serdana Odeya Yekîtiya Nojdaran û hevdîtin bi Serokê Odeya Yekîtiya Nojdaran a Wanê Çetîn Kotan re hevdîtin pêk anîn û bal kişandin ser pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê. Li vê derê  namzetê HDP’ê yê Wanê Bijîşk Remzî Ozgokçe polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya li hemberî tenduristiyê rexne kir û da znaîn ku tenê rêyek a çareseriyê HDP ye.

HDP’yî herî dawî çû serdana TMMOB’ê.

 

...