'Nameyên ji bo roja gelê Kurd'
Gerîlayên HPG û YJA Starê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyan dinivîsînin. Di nameyan de careke din destnîşan dikin ku ew komplo û tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin.

Mîna ji gelek herêmên Kurdistan û cîhanê, ji qadên gerîla jî name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên şandin. Rêveberiya girtîgehê hin ji van nameyan dide Ocalan, lê beşeke mezin jî nade.
Ev nameyên ku di demên cuda de hatine nivîsandin, di arşîvên gerîla de bi hesasî tên parastin. Gerîla bi serenavên "Ji Serokê min ê li Heyva Zêrîn bû Nû re", "Ji roja min a esîl a germ dike re", "Ji mamosteyên min ê sereke yê di xewna mi de", "Ji mirovê pîroz re", "Li ser baskê kevokê rêwîtiya Îmraliyê" "Ji roja me ya jiyanê re" dest bi nameyê dikin.
Gerîla di van nameyan de hestên xwe parve dikin, hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman.