Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ji bo cejna xwe bi leşkeran re derbas bike, hat Colemêrgê, lê bi xwepêşandanan re rû bi rû ma û nekarî ji Walîtiyê derbikeve. Naîm Şahîn nimêja cejnê bi artêşa parêzvanan û polîsan re kir.
Îdrîs Naîm Şahîn, Waliyê Colemêrgê Orhan Alîmoglû û rayedarên dewletê di saetên sere sibê de hatin Mizgefta Hecî Ebdurrehman a li taxa Bulvarê. Şahîn bi artêşa parêzvanên xwe û cerdevanan re di bin tedbîrên berfireh de kir. Gava nimêj qediya bi lez û bez di bin tedbîrên ewlekariyê de vegeriya avahiya Walîtiyê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, duh dema hat Colemêrgê xwest li navenda bajêr bigere, lê belê li rastî xwepêşandana gel hat. Di dema xwepêşandanan de polîsan gule berdan hewayê û bajar bû qada şer. Şahîn di dema xwepêşandanê de reviya û xwe avêt bextê kafeyek a înternetê. Şahîn bi wesayîtên zirxî ji kafeyê derxisitn û birin Walîtiyê.