Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn piştî ku li Colemêrgê li rastî xwepêşandanê hat, reviya avahiya Walîtiyê û nekarî ji wir derbikeve, piştî cejna leşker û polîsan pîroz kir, çû Şemizînanê. Ji ber ku rê di bin kontrola gerîlayan de ye, Şahîn nekarî bi rêya bejahî biçe, lewra bi rêya hewayî çû navçeyê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ji bo cejna xwe bi leşkeran re derbas bike, hat Colemêrgê, lê bi xwepêşandanan re rû bi rû ma û nekarî ji Walîtiyê derbikeve. Naîm Şahîn nimêja cejnê bi artêşa parêzvanan û polîsan re kir. Piştre jî li baxçeyê Midûriyeta Emniyeta Polîsan, cejna polîs, leşker û malbatên wan pîroz kir.
Şahîn li vê derê axaftinek kir û protestoya li hemberî xwe ji nedîtî ve hat û got; “Me beriya hemû bajarên din cejna Colemêrgiyan pîroz kir”.
Şahîn piştre jî çû Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û li wir cejna leşkeran pîroz kir û bi karwaneke helîkopteran bi rêya hewayî çû navçeya Şemzinanê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, duh dema hat Colemêrgê xwest li navenda bajêr bigere, lê belê li rastî xwepêşandana gel hat. Di dema xwepêşandanan de polîsan gule berdan hewayê û bajar bû qada şer. Şahîn di dema xwepêşandanê de reviya û xwe avêt bextê kafeyek a înternetê. Şahîn bi wesayîtên zirxî ji kafeyê derxisitn û birin Walîtiyê.