Muslim: Rojava ji bo Sûriyeyê modela pêşerojê ye

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, ku divê êdî her kes Rojava nas bike û destnîşan kir ku sîstema li Rojava tê avakirin, ji bo Sûriyeyê modela pêşerojê ye.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, ku divê êdî her kes Rojava nas bike û destnîşan kir ku sîstema li Rojava tê avakirin, ji bo Sûriyeyê modela pêşerojê ye. Muslim got, "Yên destekê didin DAIŞ'ê û li cem çeteyan cih digirin divê baş zanibin, ku êdî ne tenê Kurdan wê tevahiya gelên cîhanê li hemberî xwe bibînin."

Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, rewşa dawî ya li Rojava û Sûriyeyê û planên hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê, ji ANF'ê re nirxand.

'BI RÊYA NÛNERTIYAN RE WÊ ROJAVA JI CÎHANÊ RE BÊ VEGOTIN'

Muslim da zanûn ku li qada navneteweyî xebatên wan ên dîplomatî gav bi gav bi pêş ve diçin û bibîr xist ku li ser navê sîstema Xweseriya Demokratîk a li Rojava, ew ê di dema pêş de li Moskowa, Berlîn û Viyanayê nûnertiyan vekin. Muslim diyar kir ku bi rêya van nûnertiyên dixwazin vekin re ew ê Sîstema Xweseriya Demokratîk a bi Rojava, ji tevahiya cîhanê re bidin naskirin û anî ziman ku bi van nûnertiyan re ew ê xebatên xwe yên dîplomasiyê jî xurttir bikin. Muslim got, "Bi saya van nûnertiyan re wê pirsgirêkên gelê me pê re rû bi rû ye, werin vegotin. Wê bala saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bikişîne ser herêmê."

'CERABLÛS PARÇEYEKÎ ROJAVA YE'

Muslim ragihand ku li Rjoava bi şer re xebatên ji nû ve avakirinê jî dewam dikin û got, "Rojava bi tenê ji şerekî pêk nayê. Gelên me ji aliyekî ve hewl didin birînên xwe yên ji ber şer bipêçin. Ji aliyekî ve jî avakirina sîstemeke ji bo jiyaneke hevpar, roj bi roj mezin dikin."

Ji bo pirsa 'YPG wê di rojên pêş de ber bi Cerablûsê ve operasyonekê bide destpêkirin?' Muslim nexwest bersiveke zelal bide û got, "Cerablûs jî parçeyekî Rojava ye. Operasyonek YPG û YPJ'ê ya ber bi wê derê ve, rewşeke leşkerî ye. Armanca YPG'ê parastina gelên Rojava ye. Ji sedî sed li operasyonek ber bi wê derê ve difikirin. Lê belê wê bikin an nekin, em wê baş nizanin."

'EGER AKP DESTEKA XWE YA JI BO DAIŞ'Ê BIDOMÎNE, WÊ LI HEMBERÎ XWE CÎHANÊ BIBÎNE'

Muslim got, "Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Rojava bi temamî şaş e" û destnîşan kir ku her kesên destekê didin DAIŞ'ê, di çavên gelên cîhanê de li cihekî şaş in. Muslim ragihand ku divê AKP di dema pêş de polîtîkayên xwe yên şaş ên li hemberî Rojava biterikîne û got, "Eger hikûmeta AKP'ê desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bidomîne, wê hemû cîhanê li hemberî xwe bibîne. Yên ku bi destekkirina DAIŞ'ê re siyaseta dijminatiya li Kurdan dimeşînin, di heman demê de dijminatiyê li gelên cîhanê dikin. Divê baş were zanîn ku DAIŞ ne tenê dijminê Kurdan e, dijminê hemû gelên cîhanê ye."

'PÊWÎSTÎ PÊ HEBE WÊ LI DIJÎ REJÎMÊ JÎ ŞER BÊ KIRIN'

Muslim bal kişand ser hevdîtinên hêzên navneteweyî yên li ser pêşeroja Sûriyeyê û û ragihand ku rêbazên çareseriyê yên gengaz, girîng e bi kêrî gelên Sûriyeyê were. Muslim da xuyakirin, ku Rûsya ji bo alîkariyê bide rejîma Esad li wir e û got, "Ne tenê destê Rûsyayê, destê her kesî bi rengî di nava Sûriyeyê de heye. Hêvîdar im wê ji bo pêşeroja wê derê, di warê siyasî de karên baş bikin. Eger hêzên li vê derê bikevin nava siyaseteke dûrî ji çareseriyê, ev yek wê rewşeke gelekî nebaş bîne serê gelên li wir dijîn."

Muslim got, "Sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava tê avakirin, ji ber ku xwe dispêre mafên mirovan û demokrasiyê, îro ji aliyê hemû gelên li wir ve tê parastin û avakirin" û çawa ku îro gel ji bo demokrasî û mafên mirovan li dijî DAIŞ'ê şer dikin, wê li hemberî hêzên bixwazin li dijî vê derkevin jî şer bikin. Muslim got, "Eger pêwîstî pê hebe wê li hemberî rejîma Esad jî şer bê meşandin."

'MODELA ROJAVA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ YE'

Muslim da xuyakirin ku ji bilî wan ti hêz li ser pêşeroja Sûriyeyê xwedî projeyekê nînin û destnîşan kir ku sîstema li Rojava tê avakirin, pêşeroja Sûriyeyê ye. Muslim got, "Di nava şer de hemû pêkhateyên gelan, sîstemeke ku bi salan bi hesreta wê ne ava dikin" û diyar kir ku divê her kes destekê bide vê sîstemê û ji bo ji nû ve avakirinê bikevin nava tevgerê.