MŞD'ê banga piştgiriya Operasyona Azadkirina Şengalê kir

MŞD'ê bi daxuyaniyekê Operasyona Azadkirina Şengalê silav kir û bang li hêzên navneteweyî kir, ku destekê bidin vê operasyonê.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), bi daxuyaniyekê Operasyona Azadkirina Şengalê silav kir.

Di daxuyaniya li ser navê Serokê MŞD'ê Fîkret Îgrek de bal hat kişandin ser operasyona bi pêşengiya hêzên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA Starê hat destpêkirin û ev xal hat destnîşankirin:

"YBŞ'ê sozek daye civaka Êzidî û hemû mirovahiyê ku Şengalê ji destê wan hovan rizgar bikin. Weke Birêz Ocalan gotiye, 'Eger Şengal têk biçe wê Kurdistan têk biçe, eger Şengal azad bibe, wê Kurdistan azad bibe'. Bi vê bîr û baweriyê sonda me ye ji bo şehîdan em ê bihost bihost axa Şengalê rizgar bikin."

Serokê MŞD'ê Fîkret Îgrek bang li hemû saziyên mirovan ên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin pêngava rizgarkirina Şengalê û destnîşan kir ku paqijkirina Şengalê ji DAIŞ'ê, di berjewendiyê hemû mirovahiyê de ye."

Îgrek her wiha bang li tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd kir ku destekê bidin vê pêngavê.