MŞD bi Mele Bextiyar re hevdîtin pêk anî

Heyetek ji Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi Berpirsyarê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar re hevdîtinek kir.

Heyetek ji Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), li ser vexwendina Berpirsyarê Polîtburo yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar roja 22'ê Cotmeha 2015'an pê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Berdevkê Heyeta Dîplomasiyê ya MŞD'ê Orhan Onat peyivî û bal kişand ser xeteriyên li Rojhilata Navîn gelê Kurd pê re rû bi rû ne.

Onat diyar kir ku ji her demê bêhtir pêwîtiya Kurdan bi tifaq û hevgirtina hêzên niştimanperwerî heye û got, "Li Rojava û Başûr, gelê Kurd di nava berxwedaneke pîroz de ye. Cih bi cih hêzên terorîst ên bi navê DAIŞ'ê hatin şikandin, lê mixabin hînê gefeke mezin li xaka me dixwe."

Onat bibîr xist ku hînê Şengal di bin destê çeteyên dijminê mirovahiyê de ye û ragihand, ku ya mirovan matmayî dihêle rewşa Êzidiyên li welatê xwe, li Kurdistanê penaber in.

Onat bal kişand ser nêzîkatiya PDK'ê ya li hemberî Êzidiyan û destnîşan kir, ku PDK'ê hêviyên Êzidiyan şikand, Êzidî teslîmî DAIŞ'ê kir û anî ziman ku tevî vê karesata anî serê civata Êzidî PDK niha bi rêya hin şexsiyetên Êzidî xebateke xetere dimeşîne.

Orhan Onat ragihand ku weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ew polîtîka YNK'ê ji nêz ve dişopînin û tevî hin rexneyên dostane jî ew berxwedana YNK'ê pîroz dibîne.

Di hevdîtinê de Onat ji Bextiyar xwest, der barê aqûbeta berpirsyarekî YBŞ'ê yê di meha Tîrmehê de li Silêmanî hat binçavkirin agahiyan bide wan, her wiha heyetekê bişînin serdana Meclîsa Avaker a Şengalê, piştgiriya Xweseriya Şengalê bikin, xebatên xwe yên li ser konferanseke neteweyî zêde bikin û di karê dîplomasiyê de piştgiriya wan bikin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Komîteya Dîplomasiyê ya MŞD'ê hat ragihandin, Mele Bextiyar jî diyar kir ku ew tevlî nêrînên wan dibe û ji civata Êzidî xwest, ku yekîtiya xwe xurttir bike.