MLKP Rojava 15'ê Tebaxê silav kir

Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand.

Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand. Di peyamêde hat gotin, "Em meşa berxwedan û vejînê ya di 15'ê Tebaxê de bi pêşengiya Egîdan li Dihê û Şemzînanê li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û redkirina gelê Kurd hat destpêkirin, silav dikin."

'ŞERÊ RÛMET Û AZADIYÊ'

MLKP Rojava di dewama peyama xwe de got, "Em, îlana Xwerêveberiyên di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin pîroz dikin. Di nava şert û mercên ku dewleta Tirk a mêtînger, faşîst û qetlîamker şerê qirêj li ser hebûna kolektîf a gelê Kurd ferz dikir de, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi Pêngava 15'ê Tebaxê re şerê rûmet û azadiyê gihandiye qonaxeke nû."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna berxwedana çekdarî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi Egîdan re da destpêkirin, bi Mazlûman, Zîlanan, Bêrîtanan, Sarayan, Andokan û Êrîşan re nirx afirand û hat heta roja îro.

MLKP Rojava diyar kir ku jinên Kurd li dijî zexta feodal, şîdeta dewletê û tinedîtinê li refên herî pêş ên têkoşînê meşiyan û destnîşan kir, ku tevgera azadiyê ya şoreşa jinê pêk anî, bi afirandina nirxên nû di nava têkoşîna azadiyê ya zêdeyî 30 sal in dewam dike re, krîza rejîma faşîst kûrtir kir û mejiyê tekparêz ê rejîma mêtînger qul kir.

Rêxistina MLKP Rojava da zanîn ku têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd bi Rojava re tacîdar bû û li hemberî vê yekê dewleta Tirk a mêtînger û faşîst, dewletên paşverû yên herêmê û hêzên emperyalîst ên ji vê aciz in, di her firsendê de hewl da şoreşê bifetisînin.

'EM HESAP JI DEWLETA TIRK BIPIRSIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî komkujî û terora dewletê ya dewleta Tirk ku bi taybetî rewabûna xwe li Bakurê Kurdistanê winda kiriye, redkirina saziyên dewletê ji aliyê gel ve û avakirina xwerêveberî û xweparastinê ya gel, rewa ye" û bang li hemû mirovahiya pêşverû, karker û karkeran hat kirin ku li hemberî terora dewleta faşîst bibin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û ji hikûmeta AKP'ê ya faşîst û dewleta Tirk a mêtînger hesap bipirsin.

MLKP Rojava got, "Bi mezinkirina serhildanan re em şerê mêtîngeriya înkarker a faşîst, bidin sekinandin."