Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo bal bikşîne ser çalakiya birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û dorneveger mitînga bi şiyara "Em dê ji mirinê re bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" hate lidarxistin. Mîtînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn destpê kir.
Ji hêla Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ve ji bo bal bikşînin ser çalakiya birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve ku ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pejirandina daxwazên demokratîk ên gelê Kurd dane destpê kirin, bi şiyara "Em dê ji mirinê re bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" li qada ber Nexweşxaneya Farabîm hate lidarxistin.
MITÎNG BI HEYBET YA BI PIŞGIRIYA BERXWEDANA ZINDANAN DESTPÊ KIR
Mitînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn bi coşek mezin destpê kir. Li dora qadê ji hêla polîsan ve 8 cihî noqteya lêgerînê hate danîn. Her wiha bi gelek wesayîtên polîsan yên TOMA û bi zirxî dora qadê dorpêç kirin. Bi avahiya vala ya li ber qada mitîngê panqartên mezin ku li ser wan "Daxwazên me tenduristî, ewlehî û azadî.", "Em berxwedana çalakiya birçîbûnê yê ji zindanan bilind dibe silav dikin", "An azadî an azadî", "Em Roboskiyê ji bîr nakin, em dê nedin jibîrkirin" û li dora dikê jî "Em dê ji mirinê re bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin", "Ji zimanê zikmakî re jiyana azad" û flamayên mezin yên kesk û sor û zer bi avahiyê ve hatin daliqandin. Bi taybetî peywirdarên BDP'yî yên li qadê li ser kincên wan slogana "Em dê ji mirinan re bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" nivisandî bal kişand.
Hemwelatiyên ku dema di noqteya lêgerîna polîsan de derbaz dibûn pir bi hêrs di xuyan. Ji ber vê yekî jî gelek caran di navbêra polîs û hemwelatiyan de nîqaşên bi peyv pêk tê û gengeşî derdikevin. Her wiha hemwelatiyên ji taxan bi wesayîtên ji hêla BDP'ê ve hatiye amadekirin ber bi qadê ve tên. Li qadê jî hemwelatiyên ku ji serê sibê ve hatibûn qadê li ber stranên li ser girtîgehan û merşan tê lêxistin govend digerînin. Ji ser dikê dema strana "em PKK'ne" hate lêxistin, polîsên sivîl derketin ser dikê û mudaxeleyê muzîkê kir. Li ser vê yekê girse bi dirûşmeyên wekî "Bijî serok Apo","Pêkûtî tê me hilneweşîne","Bijî berxwedana zindanan" polîs protesto kirin.
MITÎNGÊ BI SIRÛDA ÇERXA ŞOREŞÊ DESTPÊ KIR
Li qada ku gelek nûnerên saziyên sivîl yên civakî amade bûn, Hevserokê Giştîyê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementerên BDP'ê Ayla Akat, Îbrahim Binici, Îdris Baluken, Husamettin Zenderlîoglu, Altan Tan û endama Meclîsa Ewropayê ya berê Feleknas Uca hatin qada mîtîngê. Mîtîngê bi rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" destpê kir. Mîting bi axaftinan didome.