BI DÎMEN

Minbicî ji ber zilma DAÎŞ’ê direvin

Di çarçoveya ‘’Operasyona Fermandarê Şehîd Faysal Ebû Leyla’’de dorpêça Minbicê didome. Li taxên têketina bajêr car caran şer hene, gel ê ku çeteyên DAÎŞ’ê ew êsîr girtibûn jî ber bi qadên azad ve dibezin.

 

Operasyona azadkirina Minbicê didome û her wiha gelê ku ji ber zilma çeteyên DAÎŞ’ê direvin ber bi qadên azad ku bi destê endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê ve hatibûn rizgarkirin ve dibezin.

Malbateke ku ji ber zilma DAÎŞ’ê reviyabû, xwe gihand hêzên operasyonê yên li serê rojavayê bajêr. Komeke sivîl ku nêzîkî ji 15 kesan pêk dihat, bi paçekî spî ku rema sivîlbûna wan bû hate cihê ku şervan lê bûn. Şervanan av û nan da gelê ku westiyayî û tî bûne.

 Kesekî bi navê Muhammed ku dii nav koma ji ber çeteyên DAÎŞ’ê reviyabû de ye, got ew ê di bin zilma DAÎŞ’ê nejîn û diyar kir, ‘’her roja me ji bo me mirin bû’’ û got, ji çeteyan reviyane û serbestî hilbijartine.

Muhammed got, ‘’Di bin kontrola DAÎŞ’ê de mudaxeleyî her tiştê me dihate kirin. Kesên ku li dijî wan derdiketin dixistine êşkenceyê. Li hundir kesek naxwaze bi wan re bijî, lê belê pir ji wan ditirsin. Kû fersendê bibînin hemû wê weke me werin van deran. Serê xwe bi rih û xwarina me jî dêşînin. Jixwe debar zehmet e. Êdî me nedikarî debara xwe jî bikin. Ez malavayiyê li wan şervanan dikim ku niha vê operasyonê bi rê ve dibin.’’

Jina bi navê Necmiya ku ew jî di nav heman komê de bû ku ji ber zilma DAÎŞ’ê reviyabû, tiştên ku bi serê jinan dikirin wiha anî ziman: ‘’Piştî ku DAÎŞ hat, her tişt bû reş. Cil û bergên me jî bûne reş. Êdî me nedikarî ku çavê xwe vekin. Heya bi zarokên biçûk reş li her tiştî girêdan. Kesên ku ne weke wan bûn jî dixistin zindanan û ew dikuştin. Êdî me nedikarî biçin sûk, tiştekî ji xwe re bistînin.”

Keçeke 7-8 salî ku di nav komê de bû, piştî ku ji nav şervanan veqetiya cilê reş ê li ser xwe ji xwe kir û avêt.

 

...