Mîna navê xwe Egîd bû
Farûk Dolû bi nasnav Egîd Amed, ku jiyaneke ji rêzê qebûl nekir û di emrê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava refên PKK'ê bû, her kêliya têkoşîna xwe bi rengekî dagirtî jiya.
Farûk Dolû bi nasnav Egîd Amed, ku jiyaneke ji rêzê qebûl nekir û di emrê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava refên PKK'ê bû, her kêliya têkoşîna xwe bi rengekî dagirtî jiya.
Farûk Dolû bi nasnav Egîd Amed, ku jiyaneke ji rêzê qebûl nekir û di emrê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava refên PKK'ê bû, her kêliya têkoşîna xwe bi rengekî dagirtî jiya. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe, doza xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir û bû xwedî jiyaneke mezin.
Egîd Amed di sala 1993'an de li navçeya Amed Liceyê ji dayik bû. Ji ber ku ewladê bi tenê yê malbatê bû, dê û bav gelekî lê miqate bûn. Bavê wî ku dibêje kurê wî zarokekî cuda bû û jê re digot 'lîder', ji bo Egîd bixwîne hemû derfetên xwe bi kar anî. Egîd li dibistanê, di dersên xwe de xwendekarekî serketî ye. Di pêşbirkên hunerê de jî gelek caran bi ser ket. Zarokekî ji aliyê malbatê û derdorê ve gelekî dihat hezkirin û hurmet jê re dihat nîşandan. Her çend xwedî jiyaneke bi vî rengî bû jî, wî gelekî baş dizanîbû ku ti cudahiya wî ji ciwanên din ên Kurd nîne. Mîna her ciwanekî Kurd, ji ber dagirkeriya welatê wî, gelekî dêşiya. Egîd di emrê xwe yê ciwantiyê de ket nava lêpirsînên Kurd, li dijî nêzîkatiyên tinekirin-înkarê yê li hemberî gelê Kurd derket û di 7'ê Hezîrana 2011'an de tevlî nava refên PKK'ê bû.
'KENGÎ DERKETIM SERÊ ÇIYÊ, EZ HINGÎ GERÎLA ME'
Egîd tecrûbeya destpêkê ya gerîlatiyê li warê xwe li eyaleta Amedê wergirt. Destnîşan dike, ku kengî ew derket serê çiyê, hingî ew dibe gerîla û neçar e li gorî şert û mercên gerîla tevbigere, bijî. Hînê di dema destpêkê de jiyana xwe li gorî ya gerîla sererast kir. Nêzîkatiyên Egîd hevalên wî yên gerîla matmayî dihêle. Polîtîkayên dejenerekirin û asîmîlekirinê yên sîstemê, bandor li Egîd nekiribûn. Tevî emrê xwe yê ciwantiyê jî bi helwesta xwe ya têgihiştî bûyer analîz dikir û vê rewşa wî, hevalên wî matmayî dihişt. Di nava jiyana xwe ya gerîla ya kurt de hewl da her kêliya jiyana xwe bi rengekî dagirtî bijî. Di perwerdeya leşkerî de bû şervanekî serketî. Bi ti awayî tawîz ji pîvanên xwe neda.
'DIVÊ DI DILÊ KURDISTANÊ DE ÇALAKÎ BÊN KIRIN'
Egîd ê digot, "Divê li dilê Kurdistanê, yanî li navenda Amedê dijmin bê têkbirin. Lewma divê li Amedê çalakî bên kirin", gotin û çalakiyên xwe li hev anî. Ji bo hevalên xwe bû çavkaniya jiyanê. Ji ber axaftin û nirxandinên xwe, piştî demekê hevalên wî jî mîna bavê wî bi gotina 'lîder' bang li wî kirin.
Egîd pratîka xwe ya gerîlatiyê bi temamî li herêma Amedê derbas kir. Jiyaneke ji rêzê hêjayî xwe û gelê xwe nedît. Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Di xeta PKK'ê de xwe bi pêş xist û xwest bike malê dîroka têkoşînê. Egîd ê ku di her kêliyê de di nava lêgerînê de bû, hez dikir bi hevalên xwe re nîqaş bike. Digot, 'Divê gerîla bi nîqaşên xwe yên di nava jiyanê re têkoşîna xwe xurt bike û dijmin têk bibe'. Xwest rêbaz û taktîka gerîla xurt bike û bi van taktîkan re çalakiyan pêk bîne.
TI CARÎ JI SEKNA XWE YA BI BIRYAR VENEGERIYA
Di nava demeke kurt de bû xwedî ruhekî xurt ê têkoşer. Fermandarê Eyaleta Amedê Nûman Amed, Egîd girt cem xwe. Wî jî dilsozî û ruhê fedaî yê Egîd dît. Mîna her kesî Nûman Amed jî gelekî ji Egîd hez kir û qîmet dayê. Egîd jî tevlî hevrêyên xwe, berxwedaneke mezin nîşan da. Heta kêliya dawî ya emrê xwe Egîd jî ji vê sekna xwe ya bi biryar venegeriya. Xwest her kêliya jiyanê bi bîrdozî û felsefeya partiyê derbas bike, bijî. Di sala 2012'an de, di şerê gel ê şoreşgerî yê Tevgera Azadiğyê ya Kurd de têkoşîneke dijwar hat meşandin. Bi ruhê şoreşgerî û hêza biryardariyê re bi ser dijmin de çû. Di 31'ê Kanûna 2012'an de li bejahiya Dara Hênê, di operasyona li nêzî gundê Çemalik de, tevî 9 hevlên xwe ku Nûman Amed jî di nav de bû, jiyana xwe ji dest da.
Egîd ji bo jiyanê jiya. Bi ti awayî teredût nekir û ji bo jiyanê jiyana xwe feda kir.