'Min soza dabû xwişka xwe bi cih anî'

Mazlûm Mêrdîn; "Xwişka min, hevrê Rojîn beriya beşdarî partiyê bibe got; 'Eger rojekê biçim cihekî tuyê li pey min bê?' Her çend min baş fêm nekir ku dixwaze çi dibêje, min soza 'ez ê werim' da wê."

Mazlûm Mêrdîn ku li ser soza di temenê biçûk de dayî tevlî refên gerîla bû got, "Xwişka min, hevrê Rojîn beriya beşdarî partiyê bibe got; 'Eger rojekê biçim cihekî tuyê li pey min bê?' Her çend min baş fêm nekir ku dixwaze çi dibêje, min soza 'ez ê werim' da wê."

Makbûle Aras bi nasnav Rojîn di sala 1972'an de li gundekî Mêrdînê weke zaroka 4. a malbatek qerebalix ji dayik bû û di salên 90'î de li dijî polîtîkayên zext, zilm, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd, ji bo ku bi awayekî azadtir bijî, beşdarî nava refên gerîla bû. Birayê Makbûle Aras, Mazlûm Amed jî soza ku dabû xwişka xwe ji bo bîne cih tevlî refên gerîla bû.

'BERXWEDANÊN GEL BANDOREKE MEZIN LI ŞEHÎD ROJÎN KIR'

Mazlûm diyar kir ku şehîd Rojîn ji bo ku ew bi çand û exlaqa Kurd mezin bibin, hewldanek mezin daye û bandoreke mezin li wî kiriye. Mazlûm got: "Kesayetek cuda ya Şehîd Rojîn hebû. Hevrê Rojîn tevî ku biçûk bû jî wate dida tiştên diqewimî û ti carî qebûl nedikir. Her tim di nava lêgerîn û lêpirsînê de bû. Di demek ku tevgera azadiyê nû hatibû Mêrdînê de, mezin bû.  Li Mêrdînê serhildanên mezin ên gel çêdibûn. Van berxwedanan bandorek mezin li şehîd Rojîn kirin. Hevala Rojîn di van salan de eleqe nîşanî partiyê da. Di wan salan de jin zêde beşdar nedibûn. Malbatê nedixwest ew di xebatên partiyê de cih bigire. Ji ber vê di 17 saliya wê de zewicandin. Piştî zewacê li Stenbolê bicih bû. Lê hewl dida cihê jinê yê di nava civakê de fêm bike. Bi ciwan, jinên gund re diaxivî. Hewl dida ji nakokiyan re bibe bersiv. Bi zextên li jinê dihatin kirin dizanibû û ev qebûl nedikir."

Mazlûm anî ziman ku xwişka wî cudahiya di navbera jinên di nava PKK'ê de û yên di nava pergalê de dijîn, dîtiye û wiha pê de çû: "Di jiyana xwe de her tim kêmasî hîs kir. Em hemû li ber destê wê mezin bûn. Hevrê Rojîn, jina xwezayî her tim parast. Ji bo em bi çanda Kurd û exlaqa Kurd mezin bibin hewl da.  Ne tenê bi me re bi hemû gundiyan re samîmî û germ bû.  Ji ber vê taybetiya xwe rêzdarî û hezkirina hemûyan qezenc kiribû. Qîmet dida hemû kesî. Ji xwe zêdetir li malbat û derdora xwe difikirî."

'LI DIJ BAVÊ XWE YÊN CERDEVANÎ QEBÛL KIR, DERKET'

Mazlûm di dewama axaftina xwe de got gerîla Rojîn tevî ku dizewice û diçe metropolên Tirkiyeyê jî lêgerînên xwe didomîne û got: "Her roj xwe pêş dixist. Piştî çû me zêde nedît. Salê carekê dihat gund. Me guherîna wê didît.  Her kesî ev guherîna wê didît. Min di 1991'ê de ew dît. Di mijara jinê de xwe pêş xistibû.  Li metropolan perwerde dîtibû. Bi hevalên zana re hevaltî danîbû. Di salên 90'î de zextên dewletê li ser gundiyan zêde bibû. Li gundiyan cerdevanî ferz dikirin. Bi hezaran gund hatin şewitandin. Gundiyan koç kirin. Yên xaka xwe terk nekirin jî cerdevanî qebûl kirin. Bavê min jî cerdevanî qebûl kiribû.  Rojîn bi awayekî tund li dijî vê derket. Ji bavê xwe re dibêje; li dijî vê helwestê çareya me ya ku em rêya xwe diyar bikin nemaye.' Rojînê  tîpa jina Kurd a di temenê biçûk de li malê hatiye hepskirin qebûl nekir."

'EGER EZ BIÇIM TUYÊ LI PEY MIN BÊ?'

Mazlûm wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî Rojîn beşdarî nava refên gerîla bû, bavê min çek danî û ji gund derket. Rojînê ne tenê li ser malbatê, bandor li hemû ciwan, jin û tevahiya gund kir. Rezên me hebûn. Gundiyan debara xwe bi rez dikirin.  Rojîn hatibû serdana me. Em bi hev re çûn nava rez. Me tirî berhev dikir. Min destê xwe birî.  Rojînê destê min ferq kir. Li gel me tiştek tinebû. Rojînê qazaxê xwe yê şîn birî û destê min girê da. Vê bandorek mezin li ser min kiribû.  Eger yek din ba wê sîleyek li serê me bixista. Lê nêzîkatiya Rojînê cuda bû. Rojekê dîsa em diçûn rez. Rojînê her tim li dora xwe dinêrî. Min hîs kir ku Rojîn li hinekan digere.

Li gerîlayan digeriya. Dixwest bi wan re bikeve têkiliyê. Ji min re got; Ez tiştekî ji te re dibêjim, lê ji kesî re nebêje. Eger rojekê ez biçim cihekî tuyê li pey min bê? Min baş fêm nekir ku dibêje çi. Ez hîna biçûk bûm. Lê min got tu biçî ku ez ê jî bêm. Ji min re got tuyê piştî demekê fêm bike ez çûme ku derê û tuyê li pey min bê."

Mazlûm da zanîn ku sê mehê din şûnde xwişka wî ji ser Serhedê beşdarî gerîlayan bûye û anî ziman ku bavê wî li ser Rojînê dest ji cerdevaniyê berdaye û dewletê jî gund şewitandiye.

Mazlûm bi lêv kir ku piştî Rojîn beşdar dibe nameyekê dişîne û dibêje wê mereq nekin.

'BI ÇIYAN RE BÛ YEK'

Mazlûm axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî salan şûnde ez jî beşdar bûm. Min dixwest ez derbarê wê de agahî bigirim lê zehmet bû. Hevalên wê min nas kirin. Wan agahî dan min. Dema Rojîn nû beşdar dibe, heval ji ber fîzîka wê dixwazin wê bişînin bajar. Rojîn vê qebûl nake. Rojîn hem di alî îdeolojîk û hem jî di alî leşkerî de xwe pêş dixîne.  Bi çiyan re, partiyê re dibe yek."

'EM Ê TÊBIKOŞIN'

Mazlûm diyar kir ku ew dem dema Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar bû û got: "Wan rojan li Serhedê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Zivistan bû. Rojîn bi 90 hevalî re li Agiriyê tê dorpêçkirin. Rojîn û hevalên xwe di encama sûîqestê de şehîd dikevin. Piştî ez beşdar bû min şehadeta wê bihîst. Şehadeta wê bandor li min kir. Ez demekê bêdeng mam. Piştî wê girêdayîna min a bi têkoşînê re zêde bû. Guherîn şert bû. Em ji bo layiqê şehîdên xwe bin, em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê heta serketinê di şopa wan de bijîn. Serketin doza wan e."

...