Mîmarê sereke yê gel: Ocalan
Gerîlayan der barê 16. salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikr û nêrînên xwe wek her sal îsal jî nivîsîn.
Gerîlayan der barê 16. salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikr û nêrînên xwe wek her sal îsal jî nivîsîn.

Gerîlayan der barê 16. salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikr û nêrînên xwe wek her sal îsal jî nivîsîn. Ev nivîsên li qadên gerîlayan hatin nivîsin, girêdayîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û lanetkirina komploya 15’ê Sibatê careke din nîşan dide.
HÛN NEKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
PÎRAY PAK: Komplo ti êdî bûyereke ku nayê îfhatkirinê ye. Lanetkirina te têr nake, gelek aliyên te hatin deşîfrekirin. Ev têr nake, divê êdî ti ji kokê ku careke din şîn nebî bê paqijkirin. Ti qirêj û nebaşî. Te ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtiye. Ti nexweşiyeke ku nayê başkirin e. Gelo ti karî li dijî hêza Rojê bisekinî? Aliyekî te nayê înkarê. Ti (li derve û hundirê me) levîathanek ku xwe li hezar rengî pêçaye (modernîteya kapîtalîst) bû ders. Ti di vî alî de bû hînkerek. Ez başiyek te ya din jî ji bîr nakim. Te rewşa rastîn a dostaniyên zext û hevaltiya qels a ku bûn sedema vê rojê derxist holê. An jî ji vê xewê şiyarbûn gelek zehmet bû. Û me ew dostên ku xwe li hezar rengî pêçabû nas kir. Başiyek te a din jî tê gotin ‘Dema mirov li ber xeterereyê bin mirov difikirin’. Gelê me di teqîna volkana ‘Hûn nekarin roja me tarî bikin’ de mizginiya vejîna xwe da cîhanê.
Gelê me yê ku li her çar aliyê cîhanê belav bû, niha li ser hişê civakî-dîrokî û kevneşopiyê xwe di tehma biharê de dide şînkirin. Û ji bo welat, cîhanê, gerdûnê wêneyek xêz kir, ji bo ku bê nihêrtin û dengek ku bê bihistin. Vê wêne û dengî hişmendiya dîrokek nû afirand. Teqînek nû kir. Êdî cîhan û gerdûn di tehmek û xweşikahiyek cuda de tê destgirtin. Gelo te digot, wê keç û xortên miorvahiyê ku pîrozî ji xwe re kirine esas wê bi vê birîna dilê xwe bijî? Zîhniyeta we çawa ku berdewam kir, îro berdewam dike wê sibe jî berdewam bike. Lê ti bi giştî deşîfre bû. Ti kavileke ku divê bê avêtin e. Ez te careke din bi hêz û moralê ku min ji rojê girtiye lanet dikim.”
‘JIYANA RÊBER APO NASKIRINA CÎHANÊ YE’
JIYAN CÛMA: Ji Çiyayên Azad ji ji dilê min re silav. Rêberê min, ji bo ez te vebêjim, divê em mêjiyê xwe biteqînin û avan bidin sekinandin. Hemû darên li çiyayan ji kokê wê bihêjin û hemû zindî wê bicemidin. Ji ber ku ti ne yek dilî. Ti di hemû dilên cîhanê de ye. Bêguman dilê mirovan tinebe mirov nekarin te bijîn û wê demê wê jiyan jî bisekine. Rêberê min ti dişibî Prometheus. Her roj ji canê Prometheus parçe jêkirin. Xwestin te jî wisa bikin, lê te ji wan parçeyên xwe ronahî belav kir. 24 setan bi Rêber Apo re jiyîn çawa ti zanî? Li Amedê wek Mazlûm, li Dêrsîmê wek Zîlan, li Botanê wek Egîd e. Bi we re saetekê jiyîn, wek naskirina jiyanê ye. Divê em bi we re carek din li çiyayê Kurdistanê bên cem hev û cîhanê ji qirêjiyan paqij bikin. Yekane hêza ku vê paqij bike hûn in. Rêberê min ez ê her tim we di dilê xwe de hîs bikim.
‘RÊBER APO JI CÎHANÊ RE BÛ RONAHÎ’
DÊRSIM ADIL:Komploya 15’ê Sibatê ku ti car ji aliyê gelê Kurd ve nayê jibîrkirin û wê her tim bibe sedema azadiyê, ne tenê li dijî tevgera azadiya Kurd, komployek li dijî gelên Rojhilata Navîn e. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin îro ji aliyê hezaran mîlîtan û mîlyonan Kurdî ve bi berxwedanan tê berdewamkirin. Rêber Apo ku şerê rûmetê yê Kurdan û sosyalîstan didin, ji cîhanê re bû ronahî. Rêber Apo ji bo hemû hêzên ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne paradîgmayek nû pêşkêş dike. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê teorîk, model, perspektîfa nasnameya jina azad a nû jî pêşkêş dike.
Rastiya Kurd a xistibûn gorê, ji gorê derxist û ji nû ve zindî kir û bi Kurdan re li Rojhilata Navîn ji bo xwegihandina heqîqetê ket rê. Ji ber vê Rêber Apo bi komploya hêzên navneteweyî re rû bi rû hat. Li Rojhilata Navîn gelek rêber û pêxemberan rol lîst. Lê ti kesî bandora Rêber Apo neafirand. Li ti derê cîhanê kesî xwe negir agir. Ev jî asta îrade û îdeolojiya Kurdên nû yên Rêber Apo afirandiye nîşan dide. Ji ber vê sedemê komploya 15’ê Sibatê çima pêk hatiye baş tê fêmkirin.
EM DIXWAZIN DI DERYAYA CÎHANÊ DE SOBERIYÊ BIKIN
SÎDAR BOTAN AGIRÎ: Rêberê min em ji çavên we wêdetir nabînin, ji gotinên we wêdetir nabihizîn û ji germahiya dilê we wêdetir germahiyê nas nakin. Hûn teqîneke şaristaniya Rojhilata Navîn ku mirovahiyê di nava xwe de digire ne. Vegotina we, bi çend xweşikahiyan sînor mayîn şaşiyek mezin e. Ez keçek Botanê me. Min we nedît, lê ez we her tim di xewna xwe de dibînim. Duh êvarê hûn dîsa di xewna min de bûn. Çavên min nedidît, zimanê min nedigot. Ev kabûsek bû, kabûsa tarî ya 15’ê Sibatê bû. Destpêkê stêrk û hêv xeyîdî, piştre hemû dîl ji rojê xeyidîn, her kesî tarîtî dijiya, bi hezkirina wî mirovê mezin ev roj ronî bû. Gula heskirinê da her kesî. Navê vê gulê aştî bû. Bi xwîna şehîdan rengî bibû. Me soza mezinkirina vê gulê da. Rêberê min te dareke hezkirinê û cîhanek azadî. Her kes dixwaze fêkiya vê darê bi xwe û di ava vê deryaya cîhanê de soberiyê bike. Ez jî dixwazim bi soberiyê bêm Îmraliyê û dilê 40 mîlyonî bînim ji we re û we jî bibim ji wan re.Rêberê min hûn dibêjin 'ez Tîpa F de dimînim’ lê ez jî diqîrim û dibêjim ey mirovahî hûn hemû di Tîpa F de ne, werin em li Îmaliyê azad bibin.”