Midûrê Polîsan yê Navçeya Xozatê li mala xwe mirî hate dîtin

Midûrê Polîsan yê Navçeya Xozatê li mala xwe mirî hate dîtin

Piştî ku derket holê li navçeya Xozat ya Dêrsimê polîs û cendirme gel fîş dikin, Midûrê Polîsan Çaglar San li mala xwe mirî hate dîtin.

Midûrê Polîsan yê navçeya Xozatê li mala xwe mirî hate dîtin. Di derbarê mirina San de agahî nehatin girtin, beriye çend rojan derketibû holê ku gelek kes ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatine fîş kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku bûyera fîşkirinê ya ji aliyê Dozgeriya Xozatê ve hate destpêkirin, li cendirmeya navçeyê û midûriyeta polîsan lêgerîn hatibû kirin û li gel hard dîskên komputerê dest danîbûn ser gelek tiştan.